Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedkariyê (EHP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ango partiyên di nava Hevkariya Ked û Azadiyê de cih digirin, helwesta xwe ya derbarê hilbijartina serokomariyê de aşkere kiriye.
Pêkateyên hevkariyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanî ya Enqereyê civînek li dar xistiye. Li vir Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê metna ku hatiye amadekirin xwendiye.
Bûldanê behsa encamên polîtîkayên ekonomîk û civakî yên desthilaa AKPyê di 21 salan de derxistine holê kiriye û gotiye, “Li dijî wêrankirin û tengezariya AKPyê çêkiriye, Hevkariya Ked û Azadiyê wê di hilbijartina serokomariyê de tiştê dikeve ser milê xwe bike.”
Beşek ji axavtina Bûldanê wiha ye:
“Di hilbijartinên Serokkomariyê de li dijî rêveberiya yek şexsî em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bicih bînin. Ji bo li welêt demokrasî, azadî û mafên bingehîn, edaleta civakî pêk were, em bi biryar in ku hesab ji vê desthilatdariya rantxwar û talanê bipirsin.
Ji ber vê yekê em bi raya giştî re parve dikin ku di hilbijartinên Serokomariyê de em ê ti kesî nekin namzet. Armanca me ya lezgîn û sedema me ya têkoşînê ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên gel baş bikin, di rêveberiya civakî de edaletê misoger bikin, wekheviya zayendî di nava civakê de pêk bînin, jiyaneke azad bidin ciwanan, hurmet ji xwezayê re bê nîşandan, polîtîkayeke aştîxwaz a derve bê meşandin, dadgerî serbixwe be, nasme hemû azad bin û ya herî girîng jî destûreke bingehîn a demorkatîk a ji van hemûyan bê avakirin.
Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi şer heye, pêwîstî bi lihevkirin û aştiyeke aqlêselîm heye, bi çareseriya berfireh, rasteqîn û mayinde ya pirsgirêkên siyasî û civakî heye. Kesekî ku civakê li ber hev radike, aloziyê dixe nav, li derve û hundir bi afirandina dijminan nearamiyê mezin dike, daxwazên mirovan ji nedîtî ve tê, nepêkane ku bi ser bikeve.” (RT/FD)