Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wekîlen Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) û nûnerên partiyên din ava Rêkeftina Netewparêz de cih digirin, çûne Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û ji bo namzetiyê serî li saziyê daye.
Wekîlê Serokê Koma CHPyê Engîn Ozkoçî li ber avahiya YSKyê daxuyaniyek daye û gotiye, “Em tevî endamên birêz ên Rêkeftina Netewparêz hatin YSKyê. Me bi hev re ji bo namzetiyê ya Serokomarê 13an ê Komara Tirkiyeyê ya birêz Kemal Kiliçdaroglûyî serî lê da.”
Wekîlê Serokê Koma IYI Partiyê Musavat Dervîşoglûyî jî gotiye, “Birêz Kiliçdaroglû êdî namzetê me yê 13an ê Serokomariyê ye. Xwedê bike nesîb wê sibeha 15ê Gulanê jî bibe Serokomarê 13an ê vî welatî.”
Komên Parlamentoyên yên CHP û IYI Partiyê civînên cuda li darxistine û biryar dabûn ku bila Kemal Kilaçdaroglû namzetê wan ê serokomariyê be. (ME/FD)