Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û namzetê serokomariyê yê Rêkeftina Miletparêz Kemal Kiliçdaroglû tevî şandeyekê, serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancarî kiriye.
Hevdîtin li Meclîsê pêk hatiye û di şandeya Kiliçdaroglûyî de Wekîlê Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel, Sekretera Giştî ya CHPyê Selîn Sayek Boke û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Ogûz Kaan Salici, di ya Hevserokên HDPyê de jî Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û Wekîlê Serokê Koma HDPyê Sarûhan Olûç hebû.
Basın Açıklaması https://t.co/Mfffy3OxEq
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) March 20, 2023
Kiliçdaroglû: Pirsgirêkên kurdan jî tê de navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Parlamento ye
Piştî civînê Kiliçdaroglû ji rojnamegeran re gotiye, “Divê darazeke serbixwe û bêalîgir, dewleteke civakî hebe. Parastina maf û azadiyên bingehîn weke daxwaz hatin pêşkêşkirin, me di van mijaran de li hev kir, herdu aliyan hestiyariyên xwe yên derbarê mijara hawirdor û îklîmê de anîn ziman.”
Kiliçdaroglûyî diyar kiriye ku di dema civînê de ew li ser rêvebiriyên herêmî axivîne: “Me got ku em pêkanîna kayyiman rast nabînin. Dema hûn dest deynin li ser îradeya gelî, ev ne pêkanîneke rast e.
“Pirsgirêka kurdan jî tê de navnîşana hemû çareseriyan Parlamento ye. Ji roja ku hatiye avakirin heta roja me, hemû pirsgirêkên mezin li Parlamentoyê hatine çareserkirin. Di beyannameya Banga Sedsala 2yan de me got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurdan Parlamento ye û ev tişt bi yekdengî di komcivîna me de hate pejirandin. Em demokrasiye, mafên mirovan, wekheviya jin û meran diporêzin û dibêjin ku divê cudakarî li kesî nebe. Dema di metna axavtinê de gotineke bi kurdî hebe, dibêjin ‘zimanekî nayê zanîn’. Weke dewletê nabe hûn cotstandartiyê bikin. Kanaleke bi navê TRT Kurdî heye. Ev weşanê dike. Çawa dibe hûn dinivîsin û dibêjin zimanekî nayê zanîn? Zimanekî ku bi hezaran sal in pê tê axavtin, hûn çawa jê re dibêjin zimanekî nayê zanîn? Hevalno cotstandartî li dewletê nayê. Hûnê hurmetê ji zimanên hemû kesan re nişan bidin. Belê zimanê me yê fermî tirkî ye, lê hûn weke dewletê nabe hûn cotstandartiyê bikin. Ev tê wateya ku hûn welatiyan ji hev cuda dikin. Ev tê wateya ku hûn komeke mirovan li beramberî komeke din a mirovan dikin dijmin. Ev lîstikeke wisa ye ku hêzên emperyal li ser Tirkiyeyê dilîzin.”
Bûldan: Em li ser tiştên piştî hilbijartinê wê bên kirin jî axivîn
Piştî Kiliçdaroglûyî Pervîn Bûldan axiviye û gotiye ku ew li ser pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê axivîne: “Sedema mazûbaniya ku me îro li birêz serokî kir ev e, me xwest em nişan bidin ku em alîgirê wî tiştî ne ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan di bin banê parlamentoyê de ye, di bin banê TBMMyê de ye. Ji ber wê me xwest em birêz serok û şandeya wî li parlamentoyê bikin mêvan. Em li ser bendewariyên civaka Tirkiyeyê yên di çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de, di serî de jî li ser pirsgirêka kurdan û tiştên piştî hilbijartina bê em ê bikin, em axivîn.”
Sancar: Hevdîtineke erênî bû
Mîthat Sancarî jî gotiye:
“Seredaneke bi qiymet e. Gelek mijar hatin destgirtin. Tirkiye di krîzeke berfireh de ye. Erdhejê bi êşeke gelekî mezin rewşa karesatê ya em tê de ne, careke din gelekî aşkere nîşanî me da. Erdheja ku bû sedema em bikevin serdemeke nû, xwezî bi êşeke bi vî rengî nehata rojevê. Ne mimkun e ku mirov van êşan ji nedîtî ve bê û bi vî rengî siyasetê bike.
“Hevdîtineke erênî bû. Partiya me, em di wê baweriyê de ne ku ji bo alî û saziyên civakî yên Tirkiyeyê yên di karesatê de ziyaneke mezin li wan bûye, bên selihandin, pêwîstî bi bernameyeke lezgîn heye. Pêwîstî bi bernameyeke lezgîn a selihandinê heye û destpêkeke nû… Li Tirkiyeyê destpêka nû, bi avakirina sîstem û jiyaneke nû ya li ser bingeha demokrasi, mafên mirovan, edalet û azadiyan mimkun e. Me li ser van mijaran nêrînên xwe parve kirin.
“Ji bo em balê bikişînin li ser wî tiştî ku, li gorî me navnîşana çareseriyê TBMM ye. Ji ber wê me ev hevdîtin li Meclîsê pêk anî. Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, bi lihevkirineke berfiher dibe liv ir bên çareserkirin. Naveroka vê hevdîtinê jî û mijarên em li ser axivîne jî em ê bibin rojeva lijneyên xwe. Em û hêzên me yên rêkeftinê em ê binirxînin. Din ava rojek du rojan de em ê daxuyaniyeke berfirehtir bidin civakê.” (ME/FD)