Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nexşerêya pêvajoya hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Qonaxa 28emîn û Hilbijartina Serokomariyê wê di roja Yekşema 14ê Gulanê de pêk were.
Li gorî biryarê pêvajoya hilbijartinê wê di roja Şemiya 18ê Adara 2023an de destpê bike.
Serlêdanên YSKyê yên ji bo namzediya serokomariyê dê di 19ê Adarê de dest pê bikin. Partiyên siyasî jî divê heta 9ê Nîsanê lîsteyên namzetên parlamenteriyê bidin YSKê.
Lîsteya dawî ya namzetên Serokomariyê wê di 31ê Adarê de û lîsteya dawî ya namzetên parlamenteriyê jî wê di 19ê Nîsanê de bên eşkerekirin. Dengdana li derveyî welat û li deriyên gumrikê dê di 27ê Nîsanê de dest pê bike.
Ger di dengdana yekem de piraniya dengên derbasdar neyên bidestxistin, wê dengdana duyemîn di Yekşema 28ê Gulanê were kirin.
YSK dê encamên fermî yên hilbijartinê di 1ê Hezîranê de ji Rojnameya Fermî, radyo û televizyon û saziyên pêwendîdar re bişîne.(ME/AY)