Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yenerî gotiye, “Lijneya Bilind a Hilbijartinê 14ê Gulana 2023yan weke roja pêkanîna hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriya serdema 28an diyar kiriye. Li gorî Destûra Bingehîn ger hilbijartin di dora yekem de biencam nebe, dora duyem wê di 28ê Gulana 2023yan de pêk bê.”
Yenerî li ber avahiya Navenda YSKyê ji çapemeniyê re gotiye, “Îro piştî ku Serokomarê me biryar daye hilbijartin nû bibe, Lijneya Bilind a Hilbijartinê civînek pêk aniye û roja 14ê Gulana 2023yan weke roja pêkanîna hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriya serdema 28an diyar kiriye.”
Yenerî li ser pirsekê gotiye, “Gaveke din em ê diyar bikin bê ka divê karmend kengî dest ji karên xwe berdin.”
Her weha diyar kiriye ku “Karmendên bixwazin bibin berbijêrên parlamenteriyê divê ji îro û pê de dest ji kar berdin û ev pêvajo wê heta 16ê Adara 2023yan roja pêncşemê saet 17.00ê dewam bike.” (AÖ/FD)