Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê roja Înê ragihandibû ku wan xwe ji Hevpeymaniya Milletparêz kişandine. Piştî wê li bendê bûn serokên pênc partiyên din îro biciviyan.
Meral Akşener bi Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş re îro li Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê hevdîtin pêk anîye û ji bo ku herdu bibin cîgirên serokomar pêşniyar ji bo wan kiriye.
Piştî civînê Akşener ji bo tevlî civîna Hevpeymaniya Millet bibe çûye Navenda Giştî ya Partiya Saadetê.
Di civîna ku bi mazûvaniya Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu hatiye lidarxistin de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu beşdar bûne.
Piştî hevdîtinê tê payîn ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke namzetê serokomariyê were ragihandin. (ME/AY)