Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) bitikîne
Piştî ku duh (2yê Adarê) civîna 6 partiyên mixalefetê pêk hat, Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener duh dîwana serokatiyê û parlamenterên partiya xwe re heta saet 3yê şevê civîn li dar xistibû. Akşenerê îro jî bi endamên Lijneya Rêvebir a Giştî re saet di 13.30 deqîqeyan de civînek li dar xist.
Civîn bi qasî sê saetan dewam kiriye û piştî vê civînê Akşener derket pêşberî rojnamegeran. Akşenerê got ku ji 6 partiyên mixalif 5 partî ji bo endamdiya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî li hev kiriye lê namzetê serokamariyê yê IYI Partiyê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yan jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş e.
Akşenerê rexne li 5 partiyan kir û got:
“Tişta ku divê ez di dawiyê de bibêjim, ez ê di serî de bibêjim: Di qonaxa ku em tê de ne, IYI Partî dorpêç kirine, tiştna lê ferz dikin, ew neçar dikin. Mîna ku bi salan e li gelê tirk dikin, neçar dikin ku di navbera mirin du tiştên xirab de yekê hilbijêre. Û helbet ew ê serî ji vê re netewîne.”
Akşenerê di dewama axavtina xwe de bang li Mansûr Yavaş û Ekrem Îmamoglûyî kir û xwest ku yek ji wan bibe, namzetê hilbijartina serokomariyê.
Kiliçdaroglû: Em ê di rêya xwe de bimeşin
Piştî civîna Meral Akşenerê ku bang li Mansûr Yavaş û Ekrem Îmamoglûyî kir û got ku ew êdî ne di nava 6 partiyên mixalefetê de ne, Kemal Kiliçdaroglû axivîye û gotiye: "Xeman nexwin, wê rewş aram bibe. Em ê di rêya xwe de bimeşin"
Di vê navberê de Lijneya Rêvebir a Navendî ya CHPyê wê civîneke awarte li dar bixe. Kiliçdaroglû çûye navenda giştî ya partiya xwe. (RT/ME/FD)