Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axiviye.
Erdoganî di axavtina xwe de bal kişandiye li ser dema pêkanîna hilbijartinê û gotiye: “Em deyndar in ku ji hela siyasî, rêvebirî û yasayî hesabên hewce dike bipirsin. Vê baş bizanibin ku ev milet bi îzna Xwedê di 14ê Gulanê de çi hewce dike wê bike.
“Bilêvkirina kêmasiyan, xwestina helalîye nîşaneya jidiliya me, hezkirina di navbera me û gelê me de ye. Di dema erdehjê de me li xwe daneynî em bersiva ti azwerên ji tiştekî têr nabin bidin. Em niha ketine tatêleka canan, ew di tatêleka mal û milkan de ne.”
Erdoganî gotiye ku wê gavên handanê bêhtir biavêjin û ji bo piştî erdhejê bajêr bil ez avadan bibin, wê Fona Ji nû ve avadaniyê ya Karesatan saz bikin. (AÖ/FD)