Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê û dîroka hilbijartinê de daxuyanî daye CNN Internationalê.
Kalin gotiye, “Em hemû derfetên xwe seferber dikin. Em ê bajarên xwe yên nû li gorî pîvanên zanistî ava bikin."
Her wiha derbarê hilbijartinan de jî wiha gotiye:
“Serokomar nikare bi serê xwe vê biryarê bigire. Divê parlamento biryar û nêrîna xwe aşkere bike. Lê di dawiya rojê de Lijneya Bilind a Hilbijartinê dê biryarê bide ka dê li 10 bajarên bandordar hilbijartin çêbibin yan na.”
"Zêdetirî 2 mîlyon kes ji herêmê derketine. Cihê ku diçinê dê li wê derê çawa dengên xwe bikarbîne, pirsgirêkên teknîkî yên bi vî rengî hene. Lê meyîl ew e heta ku di rojên pêş de lihevkirineke berevajî ya siyasî çênebe wê hilbijartin di meha Gulanê de di dema xwe de bê kirin."(RT/AY)