Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî erdheja ku navenda wê Mereş e bang li Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê Tayyîp Erdogan kiriye.
Demîrtaş li ser medyaya civakî ku pirsa “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan?” kiriye û weha gotiye:
"Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Hemû rayeyên welêt di destê te de ne, em bi qasî dinyayekê alîkariyan kom dikin lê nikarin ji ber te bigihînin xwişk û birayên xwe. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”
“Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Dema tu li kesên ku êşên pir mezin dikişîne dinihêrî, tu di wan de zarokên xwe, dayika xwe, bavê xwe û mirovan nabînî. Tu her yek ji wan tenê weke dengekî, weke tiştekî ji rêzê dibînî. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”
“Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Te hezkirin, girîn, hembêz kirin, dilovanî ji bîr kiriye. Em 85 milyon mirov û tu ji dinyayên cuda ne. Te mirovatî ji bîr kir. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”
“Tu dizanî çareserî çi ye Erdogan? Qedexe neke, asteng neke, heqaret neke, gefan nexwe, çêran neke. Ji navberê derkeve. Em bi xwe dê birînên xwe bipêçin. Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan!”
(EMK/AY)