Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê îro li Dîlokê li herêma erdhejê daxûyanî daye çapemeniyê.
Erdogan diyar kiriye ku piştî civîna îro ya li Meclisê wê Rewşa Awarte (OHAL) bê ragihandin û wiha gotiye: “Wê firsendê bide dewletê ku bi Rewşa Awarte mudaxeleyê komên fitneyê yên ku pêvajoyê îstîsmar dikin û di bazirganiyê de gendeliyê dikin.”
Her weha Erdogan aşkere kiriye ku di erdhejan de heta niha 14 hezar û 14 kes mirine û hejmara birîndaran jî gihiştiye 63 hezar û 794 kesan.
Erdogan weha gotiye:
Rewşa Awarte dê bikeve meriyetê
“Mixabin yên ku pêvajoyê vediguherînin îstîsmara siyasî jî hene. Hemwelatiyê min dê prîm nede vê îstîsmarê. Em ê îro li Meclîsê qanûna Rewşa Awarte ya 3 mehan ragihînin.”
“Weke Serokomar min pêngava destpêkê avêt, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û îro bi dengdana li Meclîsê wê Rewşa Awarte(OHAL) bikeve meriyetê.”
Ev yek wê derfetê bide dewletê ku bi Rewşa Awarte midaxele li komên fitne yên ku pêvajoya li Tirkiyeyê îstîsmar dikin û di bazirganiyê de dibe sedema gendeliyê, bike.”
“Li hinek cihan li markêt û navendên kirin û firoştinê talanê dikin. Dewlet wê derfetê bi dest bixe û bi Rewşa Awarte re mudaxeleyî van hewldanên talanê bike.”(AS/AY)