Fotograf: Google Street View
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ya Ingilistan û ya Hollandayê, Almanyayê jî ji ber "sedema ewlehiyê" Serkonsolosxaneya li Stenbolê girtiye.
Nûnertiyên li Derve yên Karûbarên li Tirkiyeyê yên Almanyayê, li ser malpera xwe daxuyaniyek weşandiye û gotiye:
"Ji ber sedema ewlehiyê, wê di 1ê Sibatê de Serkonsolxaneya Almanyayê ya li Stenbolê girtî be. Hemû karûbarên vîze û pasaportan hatine sekinandin. Ji bo xweşbîniya we em spasiya we dikin."
Hollanda û Ingilistanê jî bi heman rengî biryar dabûn
Hollandayê jî ji ber ihtimala bûna protestoyan û sedema "gefxarina li dijî hedefên Rojavayî zêde bûye" ji bo demekê Serkonsolosxaneya xwe ya li Stenbolê girtiye. Wezareta Karûbarên Derve ya Hollandayê di biryara xwe de diyar kiriye ku, "Ji ber şewitandin û çirandina pelên Quranê yên li Swêd, Danîmarka û Hollandayê û xwenîşandanên dawî dibe bibe sedema hişyarbûna hin hestên dijrojava û rê li ber xwenîşandan û protestoyan vebike. Gefên êrîşê yên li dijî hedefên Rojavayî, mîsyonên dîplomatîk û îbadexnaneyan zêde dibin, di serî de jî li Stenbolê."
"Ji ber van gefan, wê Serkonsolosxaneya Hollandayê ya li Stenbolê ji 30ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan pê de ji bo demekê bê girtin. Xizmetguzariya Serkonsolosxaneyhe niha bi rengekî fîzîkî pêk nayê."
Wezareta Karûbarên Derve ya Ingilistanê hişyariya geştê ya ji bo Tirkiyeyê dabû, nû kiriye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de ji welatiyê Ingilistanê xwestiye "ji ber rîska terorê ya zêde bûye baldar bin, demên festîvalan jî tê de li cihên qerebalix ên kesên biyanî diçinê, hişyar bin." Serkonsolosxaneya Ingilistanê jî ji bo demekê hatiye girtin.
Çi bûbû?
Serokê partiya Stram Kursê ya rastgir a tundrew Rasmus Paludanî di 21ê Kanûna Paşiyê de li Stockholmê, paytexta Swêdê, li ber Konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê Quran şewitandibû. Paludanî di bin parastina polîsan de ev çalakî pêk anîbû û polîsan nehiştibû kes nêzîkî Paludanî bibe.
Paludanî di 27ê Kanûna Paşiyê de jî li Kopenhagê, paytexta Danîmarkayê li ber mizgeftekê û Konsolxaneya Tirkiyeyê dîsa Quran şewitandibû.
Serokê tevgera Ewrûpayiyên Welatparêz ên li dijî Îslamîbûna Rojava derdikevin ya Hollandayê Edwin Wagensveldî çalakiyeke mîna van çalakiyan li bajarê Laheyê pêk anîbû. Wagensveldî pelên Quranê çirandibû. Tevgera navborî rastgir e û tundrew e.
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan de Konsolxaneya DYA, Almanya û Fransayê li pey hev daxuyanî dabûn û welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kiribûn. (SD/FD)