Fotograf: CHP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, duh bi şev (29ê Kanûna Paşiyê) kanala Halk TVyê de bûye mêvanê bernameyekê û bersiva pirsên Bengu Şap Babaeker û Îsmaîl Kuçukkayayî daye.
Kiliçdaroglûyî gotiye ku Maseya Şeşqolî" dibe namzetê xwe di 13ê Sibatê de aşkere bike: "Xwedê hez bike em ê namzetê xwe yê serokomariyê di 13ê Sibatê de aşkere bikin. Em ê di 13ê wê de biryarê bidin. Di 13ê de yan jî piçekî piştî wê dê bê aşkerekirin."
Kemal Kiliçdaroglûyî ji bo daxuyaniya Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî ya ku gotiye wê hilbijartin di 14ê Gulanê de pêk bê axiviye û gotiye:
"Erdoganî ji ber fişara me lê kir, ev tişt kir"
"Me got ger heta 6ê Nîsanê pêk bê, em ê piştgiriyê bidin. Me got, Parlamento wê di 6ê Nîsanê de biryarekê bide, em ê jî rêzê ji wê biryarê re nîşan bidin, wê li gorî qanûna hilbijartinan a kevn hilbijartin pêk bên.
"Şeş serokan ji civakê re aşkere kirin ku ger Erdogan bibêje, 'Na ez ê paşê pêk bînim' wê gavê dê piştgiriyê nedinê.
"Erdogan dixwaze di nava şert û mercên ku ew dixwaze de hilbijartin pêk bên. Dema me got em bûn desthilatdar û em ê filan tiştan bikin, Erdoganî ew tişt pêk anîn.
"Lê haya gel ji vê heye. Erdoganî ev bi îradeya xwe nekir. Ji ber ku me fişar lê kir, ji ber gotinên me, me zor dayê, gel zor dayê ev tişt pêk anîn. Ger di Hezîranê de bike, enflasyon her mehê zêde dibe. Di encamê de wê hemû kes bibînin ku ti wateya zêdekirina mehaneyan namîne. Şensê kesekî xwe kiriye mehkûmê vê pêvajoyê yan jî vê nerînê nîne ku di hilbijartinê de bi ser bikeve.
"Me got ji bo me ferq nake, di kîjan demê de dixwaze bila sendoqê dayne. Lê me got em ê di Parlamentoyê de dengan nedin. Tekane rêya wê heye. Ew jî betalkirina Parlamentoyê ye."
"Em naxwazin ti partî bê girtin"
Derbarê doza girtina HDPyê de jî Kiliçdaroglû hin nirxandin kirine ku wiha ne:
"Piştî pêvajoya hilbijartinê dest pê kir hûn êdî nikarin partiyekê bigirin. Partî hemû amadekariyên xwe dike, dixwaze bikeve hilbijartinê. Ger wê doz lê bihata vekirin, we gelekî di pêş da vekira, hûn hewqas demê li bendî çi dimînin û tam wê hilbijartinek pêk bê hûn partiyekê digirin.
"Ji xwe ez û CHP jî em naxwazin ti partiyek bê girtin. Lewre ya ku wê biryarê bide bê ka partiyek bibe desthilatdar, ne rêveberên wê partiyê ne, rasterast gel e. Ger piştgiriya gel hebe, helbet wê ew partî wezîfeya xwe bike.
"Ne tiştekî rast e ku biryara tedbîrê danîne li ser hesabên bankeyan yên HDPê. Demokrasî ne tenê ji bo min, ne tenê ji bo kesên mîna min difikire, divê ji bo kesên ji min cuda difikiin jî be. Dema li Parlamentoyê çiqas firk û ramanên cida hebin wê rêzdariya wê ewqas zêde bibe. Wê ewqasî qanûnên binirx û biqalîte derxe."
Ji Kiliçdaroglûyî hatiye pirsîn ku Hevpeymana Ked û Azadiyê ya HDP jî di nav de wê namzetê xwe derxe û wî jî bi van gotinan bersiv daye: "Ger demokrasiyê dixwazin, ger dibêjin 'Bila di dora yekem de ev kar biqede' wê gavê divê kesên alîgirên demokrasiyê ne bi hev re tev bigiren." (SD/FD)