Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û ji wan xwestibû ku "doza girtinê" ya derbarê parti wan de piştî hilbijartinê binirxîne. Dadgehê jî biryar dabû ku îro (25ê Kanûna Paşiyê) ji bo vê serlêdanê bicive. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn ev biryara xwe guhertiye û wê sibê (26ê Kanûna Paşiyê) bicive.
HDPyê di 16ê Kanûna Paşiyê de serî li Dadgehê dabû û xwestibû doza girtinê bimîne piştî hilbijartina 2023yan.
Bixwîne - HDPyê serî li Dadgeha Destûrî daye: Bila doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancarî daxuyaniyek weşandibû û gotibû:
"Divê Dadgeha Destûra Bingehîn kar û barên derbarê vê dozê de bide sekinandin. Hilbijartin di rewşa asayî de wê roja 18ê Hezîrana 2023yan de bibe. Ger biryareke din neyê wergirtin, pêvajoya fermî ya ji bo hilbijartina 18ê Hezîrana 2023yan, wê di 19ê Nîsana 2023yan de destpê bike. Lê dîsa, li gorî hin zanyariyên li kûlîsan belav dibin û daxuyaniyên rasterast ên nûnerên desthilatdariyê, dibe dîroka hilbijartinê 14ê Gulanê be.
"Ger hilbijartin di 14ê Gulanê de bê kikirin, wê pêvajoya hilbijartinê bi rengekî fermî di 12ê Adara 2023yan de bibedestpê bike. Rewşeke zêde nediyar heye li holê. Ev nediyarbûn, hin hedefan digire nava xwe ku ji planên dorpêçkirina HDPyê wêdetir in. Desthilat dixwaze vê dozê li dijî HDPyê weke amûreke şantajê bikar bîne." (RT/FD)