Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Lêkolînan a Karûbarên Rewşa Awarteyê ji bo hemû serlêdanan biryarên xwe dane. Komîsyon di 22yê Gulana 2017an de ava bûbû û kesên ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatibûn avêtin, serî lê didan.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Komîsyonê di vê demê de serlêdanên 127 hezar û 292 kesan qebûl kirine.
Di encama KHKyan de ji bo 131 hezar û 922 kesan biryar hatibûn dayîn.
125 hezar û 678 kesên ku di saziyên dewletê de karmend û karker bûn, ji kar hatine derxistin, payeyên 3 hezar û 213 kesan ji wan hatine wergirtin, 2 hezar û 761 dem û dezgeh hatine girtin. Her weha têkiliya 270 xwendekaran hatiye birîn ku li derveyî Tirkiyeyê dihatin perwerdekirin.
Komîsyonê 17 hezar û 960 serlêdan erê kirine û 109 hezar û 332 serlêdan ango ji sedî 85ê serlêdanan nepejirandine.
72 serlêdanên hatine erêkirin ên ji bo vekirina komele, weqif, xwendingehên xwendevanan, kanalên televizyonan û rojname ne.
Komîsyon wê heta 22yê Kanûna Paşiyê kar bike û paşê erka wê bidawî bibe. (RT/FD)