Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hevserokên 14 bajaran yên Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) bi awayekî hemwext hatibûn desteserkirin. Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DBPyê duh hatiye girtin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di 23ê Kanûna Pêşiyê de tevî hevserokên 14 bajaran yên DBPyê hatibû desteserkirin, piştî îfadeya li Dozgeriya Komarî ya Amedê, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Cezê û Sulhê ya Nobedar a Amedê hatiye kirin.
Dadgehê bi tohmeta ku Bayindir "endamê rêxistinê ye" biryara girtina wî daye.
Hevserokê Bajarê Amedê jî girtine
Beriya îfadeya Keskîn Bayindir, Hevseroka DBPê ya Amedê Seval Gulmez, Hevserokên DBP'ê yên Êlihê Bûrhan Eglentî û Rûkiyete Onat Gonul, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Rabîa Aslan û Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP'ê yên Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Arslan, Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokê Agiriyê Melîk Ozmuş, Hevserokên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve hatibûn berdan.
Hevserokê DBPê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.(AEK/AY)