Fotograf: HDP / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Parlamentoyê, piştî dengdanê, parlamenteriya Semra Guzelê bi sedema ku “beşdarî xebatên yasaçêkirinê nebûye” hatiye betalkirin.
Duh li Parlamentoyê, rewşa parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Semra Guzelê hatiye gotûbêjkirin. Di dema gotûbêjan de Hevserokên HDPyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî li Parlamentoyê bûn. Parlamenterên HDPyê, kaxiz hildane ku li ser wan “Semra Guzel wekîla me ye” û “Semra Guzel îradeya gel e” nivîsîne. Her weha dirûşme berz kirine.
Piştî axavtinên li ser mijarê, pêvajoya dengdayînê destpê kiriye. Piştî dengdayînê, tezkereya betalkirina parlamenteriyê hatiye xwendin û di encamê de parlamenteriya Guzelê betal bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema dengdayînê de 371 parlamenteran deng dane. 330 parlamenteran gotiye erê, 42 yan jî gotiye na. Parlamenterên AKP, MHP û IYI Partiyê dengên erê bikar anîne. HDPyê dengên na daye, ji CHPyê jî 14 parlamenter beşdar bûne û wan jî dengên na bikar anîne.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in.
Di 2yê Adara 2022yê de li Parlamentoyê parêzbendiya Semra Guzelê hatibû rakirin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, fezlekeyên ji bo Guzelê hatine amadekirin, weke delîl xistibû nava dosyeya Doza Girtina HDPyê.
Guzel di 3yê Îlonê de li Stenbolê hatibû desteserkirin û di 4ê Îlonê de jî hatibû girtin. (RT/FD)