Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) Bafil Talabaniyî serdana Rojavayê kiriye û bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdiyî re civiyeya.
Malpera fermî ya YNKyê, Pukmediayê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku Bafil Talabaniyî serdana Rojavayê kiriye. Di nûçeyên hatine weşandin de nehatiye diyarkirin ku ka Talabanî kengî çûye Rojava û hevdîtin li kîjan bajarî pêk hatiye.
Li gorî nûçeyan Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymana Navnetewî (CJTFOIR) generalê DYAyî Matthew McFarlane û Midûrê Giştî yê Têkoşîna Dijterorê yê YNKyê Wahab Helebce jî beşdarî civînê bûne. Di civînê de derbarê rewşa siyasî ya li Rojavayê û pêşketinên di pirsa kurdan de her weha têkiliyên nava partiyên kurdan hatine gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeya North Pressê ya li Rojavayê weşanê dike, yek ji Fermandarên HSDyê Newroz Ahmed û Mahmûd Berdan, Hevserokê Rêveberiya Karûbarên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd jî beşdarî civînê bûne.
Piştî êrîşên asmanî yên hêzên çekdar ên tirkan (TSK) dewriyeyên hevbeş ên bi beşdariya HSDyê û Hevpeymana Navnetewî de sekinîbûn. Piştî demekê ev dewriye careke din destpê kiribûn. Hevdîtin di demeke wiha de pêk hatiye.
Bafil Talabanî piştî bûye Serokê YNKyê, cara pêşiyêye serdana Rojavayê dike.
|
Abdi: "KYB lideri @Bafeltalabani ve @CJTFOIR komutanı Matthew McFarlane ile bölgenin istikrarını korumak için terörle mücadelede ortak çabalar geliştirme konusunda görüşmekten memnuniyet duyuyorum. Bu ortaklıklardan gurur duyuyoruz ve bunu genişletmek için çalışıyoruz. Desteğiniz ve dostluğunuz için teşekkürler." |
Mazlûm Abdî: “Ji bo çareseriyê em her cûre hewldanê dikin”
Serokê YNKê Bafil Talebanî di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye: “Di destpêka hevdîtinê de Mazlûm Kobanê kêfxweşiya xwe ya bi serdana Serok Bafil a ji bo Rojava nîşan da û got ku Rojava piştgiriya berdewam ya YNKyê ji bîr nake, ku her tim piştgiriya me bûye bi taybetî hêzên dijî terorê ku roleke giring leyîstin di piştgiriya hêzên ewlekarî û leşkerî yên Rojava û bibandor bûn di serkeftina li dijî DAIŞê û em bi vê yekê serbilind in. Di derbare çareseriya astengiya pêş pirsgirêka Kurdan, Kobanê got, 'Em hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û ji bo azadiya Kurdan û parastina mafên wan'.
“Ew dê hemû hewlên xwe didin da ku diyalog bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina vê rewşê. Têkiliyên me yên bi Rojava re bêguman wê bidomin û zêdetir pêş bikevin. YNK xwe xizmetkarê hemû Kurdan dibîne, Kurdbûn serbilindiya me ye û mayîna me bi yekrêziya me ve girêdayî ye.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de Bafil Talebanî ragihand “Yek ji erkên herî girîng ên Rojava parastina maf, çand û zimanê Kurdî li herêmê ye û ji bo vê jî em bi serbilindî piştgiriya we dikin. Însiyatîfa niştimanî ya YNKê ji bo yekrêziya gelê Kurd û yekrêziya me li hember pirsên diyarker, parastin û bidestveanîna mafên me ye. Em dixwazin bi welatên cîran û dostên me re peywendiyên saxlem hebin û aştî û yekrêzî bibe bingehê peywendiyên me, ev mîrateya Serok Mam Celal e û emê berdewam bin.”
Li aliyê din Fermandarê HSD Mezlûm Abdiyî jî di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kiriye û tê de gotiye: “Kêfxweş bûm ku bi serokê YNK Bafel Talebanî û fermandarê CJTFOIR Matthew McFarlane re hevdîtin pêk anî û li ser pêşxistina xebatên hevbeş ên dijî terorê ji bo parastina aramiya herêmê axivîn. Bi vê hevkariyê serbilind im û em li ser berfirehkirina wê dixebitin. Spas ji bo piştgirî û hevaltiya we.” (AEK/FD)