Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li ser Twîtterê peyamek belav kiriye û kesên di bûyerên Iranê de hatine girtin, kuştin û bidarvekirin bibîr aniye.
Demîrtaş peyama xwe bi kurdî, tirkî, farsî û azerî parve kiriye û weha gotiye:
“Ez dewleta Îranê ya ku daxwaza azadiyê ya gelan bi kuştin, girtin û sêdareyan difetisîne şermezar dikim!
Daxwaza azadiyê ya gelan bi îdamkirin, lêdan û zindanan nayê rawestandin. Bi kuştinê daxwaza azadiyê nayê tunekirin.”
Ez dewleta Îranê ya ku daxwaza azadiyê ya gelan bi kuştin, girtin û sêdareyan difetisîne şermezar dikim!
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) December 16, 2022
Daxwaza azadiyê ya gelan bi îdamkirin, lêdan û zindanan nayê rawestandin. Bi kuştinê daxwaza azadiyê nayê tunekirin.
Li Iranê Jîna Mehsa Amînî ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû desteserkirin û piştre jî miribû. Piştî mirina Amîniyê çalaki hatibûn destpêkirin û wê demê Demîrtaş û hevalê wî yê hucreyê Şaredarê Amedê yê ji wezîfeyê hatibû girtin Selçûk Mîzrakli, ji bo piştgiriyê bidin xwepêşandanên li Îranê, serê xwe kur kiribûn.
Li Iranê piştî mirina Jîna Mehsa Amîniyê (22) xwepêşandanan destpê kiribû û 3 meh in didome. Heta niha ji ber wan xwepêşandanan dosyeyên 25 kesan bi daxwaza bidarve kirine şandine dadgehê. Ji wan dadgehê derbarê 11 kesan de biryara bidarve kirine daye.(EMK/AY)