Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amedê di saet 5.10ê vê sibê de di dema derbasbûna serwîsa polîsan de têqîn pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara Ajalan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbûye û di encam de 8 polîs û sivîlek birîndar bûne.
Piştî teqînê ekîbên polîs û tenduristiyê çûne cihê bûyerê. 8 polîs û sîvîlê ku birîndar bûne birine nexweşxaneyan.
Piştî teqînê Walitiya Amedê daxûyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye:
Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje "roja 16.12.2022an demjimêr 05:10an de dema derbasbûna minibusa hêzên ewlehiyê wesayîta ku li kêla rê hatiye parkkirin hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye."
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tine ye.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û gotiye: "Li Diyarbekirê dema polîsên me bo karê xwe diçûn demjimêr 05:10an otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin."
Her weha Soylû aşkere kiriye ku 2 gumanbar hatine desteserkirin.
(SD/AY)