* Fotograf: Diego Herrera Carcedo / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Mafên Mirovan a Meclîsa Ûkraynayê, daneyên nû yên derbarê wan kesan de belav kir ku piştî Rûsyayê Ûkrayna dagir kir, neçar mane terka cih û warên xwe bikin.
Komîserê Mafên Mirovan ê Meclîsê Dmytro Lûbînetsî duh (1ê Kanûna Pêşiyê) daxuyaniyek daye û gotiye ku ji roja şer destpê kiriye ango ji 24ê Sibata 2022yê heta niha, 14 milyon û nîv ûkraynayî terka welatê xwe kirine û xwe spartine welatên din.
Li gorî van daneyan, bi kêmanî 11 milyon û 700 hezar mirov çûne welatên Yekîtiya Ewropayê, 7 milyon û 700 mirov jî ji bo demekê wê bên parastin.
Lûbînetsî destnîşan kiriye ku ji ber şerî 4 milyon û 700 hezar ûkraynî jî neçar mane li nava welêt cih û warên xwe biguherînin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY) ji roja şer destpê kiriye heta niha, zanyariyan derbarê welatiyên ûkraynayê de belav dike, ku ji cih û warên xwe hatine derxistin.
Li gorî daneyên nû yên KBPNYyê, heta 29ê Çiriya Paşiyê, li welatên Ewropayê 7 milyon û 800 hezar penaberên ûkraynî hene.
Li gorî daneyên ku welatan parve kirine, ji destpêka şerî heta niha 7 milyon û 800 ûkraynî sînor derbas kirine û çûne Ewropayê. Milyon û 500 mirov ji van, li Polonyayê ne. Li Almanyayê jî heta Çiriya Paşiyê milyon û 21 hezar û 667 penaberên ûkraynî hene.
"Hevdîtinên aştiyê divê bi razîbûna ûkraynayê pêk bên"
Li gel vê rewşê, şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê jî îro di roja xwe ya 282yem de ye. Digel ku hêvî ji bo agirbestê û peymana aştiyê jî, ev şer berdewam e.
Serokomarê Polonyayê Andrzey Dûda ku di dema destpêkirina Civîna Konseya Wezîran a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE) axiviye. Civîn li bajarê Lodz ê Polonyayê pêk hatiye û Dûdayî derbarê egera hevdîtinên aştiyê de behsa "razîbûna rayedarên Ûkraynayê" kiriye.
Duh Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî, serdana DYAyê kiriye û li gel Serokê DYAyê Joe Bidenî kom bûye. Piştî civîna herdu serokan, civîneke çapemeniyê ya hevbeş pêk hatiye. Herdu serokan behsa şerê Ûkraynayê kiriye.
Bidenî diyar ku ger Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bikeve rêya bidawîkirina şerî, ew amade ye pê re biaxive.
Bidenî her weha gotiye, tekane rêya aqlane ya bidawîkirian şerî ew e ku Pûtîn leşkerên xwe ji Ûkraynayê vekişîne.
Serokomarê Fransayê Macronî jî diyar kiriye ku di mijara şerê Ûkraynayê de biryar di destê Ûkraynayê de ye: "Em ê ti carî ji Ûkraynayê nexwazin ku tawîzên ji bo wan nayên qebûlkirin bidin." (SD/FD)