Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî ya DYAyê (Pentagon) ji bo hevdîtina di navbera Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê Lloyd J. Austinî de pêk hatiye, daxuyaniyeke nivîskî pêk hatiye.
Axavtina her du wezîran duh (30ê Çiriya Paşiyê) bi rêya telefonê pêk hatiye ku di van rojan de êrîşeke ihtimal a Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê, di rojevê de ye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Austinî ji Akarî re “nêrîna Wezareta Berevaniyê ya DYAyê ragihandiye û bi tundî li dijî operasyoneke nû ya leşkerî ya li Sûriyeyê derdikeve.”
Wezareta Berevaniya Netewî jî duh piştî vê hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û li ser hesabê medyaya civakî yê Wezaretê weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Hûlûsî Akarî di dema hevdîtinê de gotiye, “Di çarçoveya mafên berevaniyê yê rewa yê li gorî Xala 51ê ya Peymana Neteweyên Yekgirtî (NY) operasyonên têkoşîna li dijî terorê tên kirin.”
Li gorî daxuyaniyê Akarî her weha gotiye, “di operasyonan de tekane armanc terorîst in û ne mimkun e bi ti rengî ziyan bigihê hêzên hevpeymanê yan jî sivîlan.”
Almanyayê jî daxuyanî daye
Wezîra Karûbarên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock duh li Bukreşê, paytexta Romanyayê beşdarî civîna Wezîrên Karûbarên Derve yên NATOyê bûye û derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê de axiviye.
Baerbockê gotiye, ““Min ji Tirkiyeyê xwest ku demildest xwe ji tedbîrên wê tundiyê zêdetir bikin, wek îhtîmala dagirkirina Bakurê Sûriyeyê ya bi rêya bejahî û tevlêbûna tevgerên leşkerî li bakurê Iraqê, dûr bixe.”
“Rûsyayê beşeke hêzên din şandiye bakurê Sûriyeyê”
Li gorî îdiayan, Rûsyaya ku piştgiriyê dide hikûmeta Sûriyeyê, beşeke hêzên xwe yên leşkerî şandiye herêma Til Rifatê. Til Rifat 15 kîmoletre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.
Niştecihan û Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji ajansa nûçeyan a Agence France-Presse (AFP) re diyar kiriye ku li herêmên di bin kontrola YPGyê û artêşa Sûriyeyê de ne, Rûsyayê hejmara hêzên xwe yên leşkerî zêde kiriye.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Rûsyayê di navbera hêzên YPGyê û hêzên alîgirê Tirkiyeyê de barîkatên nû bicih kirine.
Her weha hêzên Rûsyayê hebûna xwe ya li balafirxaneya leşkerî ya Menagê ya nêzîkî Til Rifatê jî zêde kiriye ku ev der di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye. Li gorî daxuyaniya SOHRê, Rûsyayê beşeke din ji hêzên xwe şandiye nêzîkî Kobaniyê.
Gelo DYA karmendên xwe derdixe?
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, DYA dîplomatên xwe yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de karmendên xwe yên sivîl dişîne Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ya Iraqê.
Rojnamegeran ev îdia ji Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) pirsî ne û Fermandariyê di bersiva xwe de gotiye, “Em nikarin derbarê tevgerên me yên karmendên me yên li Sûriyeyê de biaxivin, ev wê hêzên me bixe nava xetereyê.”
Lê Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê ve îdia piştrast nekiriye û bersiveke nivîskî weşandiye. Wezaretê banga xwe ya kêmkirina aloziyê dubare kiriye. (SD/FD)