Fotograf: Dêra Ermeniyan a li Hesekê ku di êrîşê de dibe bibe hedef/Wikipedia
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), duh (29ê Çiriya Paşiyê) civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
HSD, hêza berevaniyê ya herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li Sûriyeyê yek ji sêyê xak dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.
Ebdiyî diyar kiriye ku “Heke ev êriş dest pê bikin, em ê dîsa vegerin destpêkê û ew têkoşîna hatiye dayîn dê tevek vala derkeve. Bi milyonan kes li vê herêmê dijîn. Heke êriş bê kirin ev kes dê koçber bibin û drameke mirovahiyê derkeve holê.”
Tirkiyeyê di 20ê Çiriya Paşiyê de bi SIHAyan, topan û balafiran êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê kiribû.
Erdoganî di axavtineke xwe de diyar kiriye ku “operasyona bejayî wê di nêzîk de bibe.”
Lê duh piştî civîna Kabîneyê Erdoganî derbarê “operasyona bejayî” de tiştekî berbiçav destnîşan ne kir.
Her weha Serşêwirmendê Erdoganî Îbrahîm Kalinî bi gotinên ne zelal gotiye, “Helbet ewkeke me nîne ku em bibêjin ev ê ê îro yan sibê pêk bê. Dibe ku sibe, hefteya pêş an jî her gavê pêk bê. Dibe ku operasyonên cuda pêk bên. Dibe ev operasyon her gavê pêk bên.”
Ebdî: “Êrîş wê bibe sedema karesata mirovahiyê”
Ebdiyî di civîna xwe ya roja şemiyê de ji rojnamegeran re gotiye, “Heke ev êriş dest pê bikin, em ê dîsa vegerin destpêkê û ew têkoşîna hatiye dayîn dê tevek vala derkeve. Bi milyonan kes li vê herêmê dijîn. Heke êriş bê kirin ev kes dê koçber bibin û drameke mirovahiyê derkeve holê. Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li kampê zêde dibe. Yek ji armancên esasî ya van êrişan jî berdana DAIŞ’iyan e. Xetere li ser hemû destkeftiyên me heye. Civaka navneteweyî bertekan nîşanî êrişan dide lê bi têrî pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk nakin. Divê helwestên xurttir bên nîşandan.”
Kampanyaya bombebaranê di 13ê Çiriya Pêşiyê de piştî êrîşa li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê bûbû, destpê kiribû. Di wê êrîşê de şeş kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn. Tirkiyeyê îdia kiribû ku PKKyê ev êrîş pêk aniye. Lê PKKyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku wan êrîş nekiriye.
Li gorî daxuyaniya ku Ebdiyî daye, di encama êrîşên Tirkiyeyê de binesaziya leşkerî û sivîl bûne hedef û bi kêmanî 15 şervanên HSDyê mirine. Piştî van êrîşan ji Sûriyeyê roket ketibûn Tirkiyeyê û di encamê de du sivîl miribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn.
Tirkiyeyê HSD tawanbar kiribû lê HSDyê ev îdia qebûl nekiribû.
Mazlûm Ebdiyî gotiye ku “Dê êrişên dewleta tirk bi Kobanê, Minbic û Til Rifatê bisînor nemînin. Dê Tirkiye li tevahiya sînor êriş bike. Em jî dê pozîsyona xwe li gorî van êrişan bigirin.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê
Tirkiyeyê beriya niha sê caran Rojava dagir kiribû. Ya yekem di sala 2016ê de li dijî Cerablûs û Ezazê pêk hatibû.
Ya duyem di sala 2018ê de li dijî Efrînê û ya sêyem jî di sala 2019ê de li dijî Serêkaniyê û Girê Sipî bû.
Di êrîşa sala 2019ê de nêzîkî 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûbûn û çavdêrên mafparêz Tirkiye bi sûcên şerî tawanbar kiribûn. (AEK/FD)