Fotograf: Abdullah Ünver / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Antonia Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Stéphane Dujarricî duh (28ê Çiriya Paşiyê) civîneke çapemeniyê li dar xistiye û zanyariyên dawî yên derbarê rewşa Ûkraynayê de daye ku Rûsyayê ew der dagir kiriye.
Dujarricî diyar kiriye ku av, kelûpelên germkirinê û elektrîka mirovên li başûrê Ûkraynayê dijîn nîne, xurek jî kêm in.
Koordînatora Alîkariya Mirovî ya NYyê Denise Brownê roja şemî û yekşemê serdanê Herson û Mykolaivê kiriye. Dujarricî behsa vê serdanê û çavdêriyên Brownê kiriye û gotiye, "kes û saziyên alîkariya mirovî didin, alîkariyeke gelekî hêja didin lê pêdivî bi gelek tiştan heye."
Berdevkê NYyê diyar kiriye ku mirovên ji Hersonê direvin diçin Mykolaivê û rewşa li wî bajarî "xeternak e": "Ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha û heta demeke nêzîk jî hema hema her roj Mykolaiv dihate bombebarankirin, ev jî dihate wê wateyê ku 250 hezar kesên li bajarî dimînin, bi ti rengî nikaribin çavkaniyên avê û xizmetguzariyên bingehîn ên din bidest bixin.
"Li gorî rayedarên xwecihî gotiye, piştî eniya şer ji bajêr dûr ketiye, dest pê kirine û sîstemên avê sererast kirine."
Dujarricî bal kişandiye ser zivistana nêzîk dibe û gotiye: "Ji bo kesên nikarin malên xwe germ bikin, li Mykolaivê hin xalên germkirinê hatine danîn.
"Ziyan dane îstasyona avê ya Mykolaivê"
Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiyî jî duh derengê şevê, peyameke bi vîdeo weşandiye û zanyariyên dawî yên şerî par ve kirine.
Zelenskiyî peyama xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye û gotiye ku artêşa Rûsya bi berdewamî êrîşî herêmên cida yên Ûkraynayê dike.
Zelenskiyî diyar kiriye ku Rûsyayê "Tenê di nava hefteyekê de 258 caran gule bera 30 cîwarên herêma Hersonê daye. Artêşa Rûsyayê ziyan daye îstasyona pompayê ya avê dide Mykolaviê."
Zelenskiyî hikûmeta Rûsyayê ya li hemberî welatî wî şer daye destpêkirin rexne kiriye û gotiye: "Piştî rêvebirineke 20 salan beşeke mezin ji dewleta wan, mîna li wir şerek qewimîbe wêran bûye."
Li gorî gotina Zelenskiyî ji ber ew ne li gorî "fermanên" tevgeriyaye Rûsyayê bi armanca "tolhildanê" li dijî Ûkraynayê şer daye destpêkirin û gotiye, "Ûkrayna ti carî wê nebe cihê wêranbûyî." (SD/FD)