Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Roja Yekşema 13ê Çiriya Paşiyê li Kolana Istiklala Stenbolê têqînek pêk hatibû û di encamê de 6 kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî teqînê 2 kesên din hatine desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve Suleyman G. û Tareq A. bi iddiaya ku alîkarî dane Ahlam Albashir û gumanbarê fîrarî Bilal Hessen û ew li Hatayê daxilî Tirkiyeyê kiriye hatine desteserkirin.
Piştî îfadeya gumanbaran a li emniyetê ew şandine Edliyeya Stenbolê.
Dozger bi daxwaza girtinê herdu gumanbar şandine dadweriya cezê û aştiyê ya nobedar.
Suleyman G. di îfadeya xwe ya li dadgehê de gotinên xwe yê li emniyetê û dozgeriyê dubare kiriye tiştên ku pê tê sûcdarkirin qebûl nekiriye.
Tareq A.yî jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ew qaçaxçî ye û gotiye, “Ez kesên penaber yên ku bi qaçaxî ketine Tirkiyeyê li cihekî diyar dibim bo cihekî din. Ez nefikirîm ku dawîya vî karî tê vir.”
Dadgehê bi tohmeta ku “yekitiya dewletê û hevgirtina welat têk daye”, “kuştina biwesf” û “qaçaxçitiya penaberan kiriye” biryara girtina herdu gumanbaran daye.
(RT/AY)