Fotograf: HRW
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) îro raporek weşandiye û gotiye ku Tirkiyeyê bi deh hezaran Afganistanî li ser sînorê Îranê bi paş ve dişîne an. Li gorî rapora HRWyê Tirkiye yan jî lêkolînê li ser beşeke serlêdanên ji bo parastina navnetewî bûne dike yan jî qet lêkolînê nake û wan dişîne Afganistanê.
Rapor bi sernavê “Kesî ji min nepirsî bê ka min çima terka Afganistanê kir” hatiye weşandin û 79 rûpel e. Li gorî vê raporê, ji Tebaxa 2021ê û vir ve ango ji dema ku Talîbanê Afganistan bidest xistiye û vir ve bêhtirê caran destûrê nade ku Afganistanî sînorên wê derbas bikin û bêhtirê caran wan bi paş ve dişîne.
Serlêdanan qebûl nake
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan her weha gotiye ku Tirkiye serlêdanên Afganistaniyan ên ji bo parastina navnetewî qebûl nake û wan asteng dike. Her weha kesên xetereya wan a dersînorkirinê heye, destûra serlêdana penexwaziyê nade wan.
Serokatiya Karûbarên Koçberiyê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî di 20ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yê de aşkere kiribû ku “Di sala 2022yê de hejmara penaberên bêrêkûpêk ên ketina wan a welatê me hatiye astengkirin, bûye 238 hezar û 448 kesî.”
HRWyê destnîşan kiriye ku piraniya van kesan, Afganistanî ne.
Di 7 mehan de 44 hezar û 768 kes dersînor kirine
Di raporê de hatiye diyarkirin ku “Tirkiyeyê di heşt mehên destpêkê yên sala 2022yê de 44 hezar û 768 Afganistanî jî bi rêya asmanî şandine Kabûlê, li gorî heşt mehên destpêkê yên sala 2021ê ev hejmar ji sedî 150 zêde bûye.”
“Li ser sînorî gule bera wan dane”
Rêxistin bi 68 Afganistaniyan re hevdîtin kiriye û 38 ji wan behsa 114 bûyerên astengkirinê kirine ku di navbera Kanûna Paşiyê ya 2021ê û Nîsana 2022yê de pêk hatine:
“Hemû mêrên ku HRWyê hevdîtin li gel wan kiriye û li bal wan ji malbata wan ti jin nebû, gotine ku rayedarên tirkan derb li wan an jî kesên li bal wan dane an jî kiryarên xirab li wan kirine yan jî ew bi xwe bûne şahidên kiryarên bi vî rengî.
“Geleka ji wan gotiye ku dema ew nêzîkî sînorê Tirkiyeyê yê li ser Îranê bûne yan jî dema xwestine vî sînorî derbas bikin, rayedên sînoran ên tirkiyeyî gule bera wan dane.
“Rojnamegerekî 25 salî yê ji Eyaleta Paktiayê hatiye gotiye ‘Min ji wan re got, ez rojnameger im, jiyana min di nav xetereyê de ye û ez ê li Tirkiyeyê nemînim, dixwazim biçin Ewropayê lê wan guh neda min. Bi copan û hesinên di çêkirina avahiya de bikar tînin li me dan’.”
Dîrekteroê Mafên Penaber û Koçberan ê HRWyê Bill Frelickî gotiye ku divê Tirkiye dest ji dersînorkirina afganiyan berde û derfeta serlêdanê ya ji bo penaberiyê bide wan. Her weha ji welatên Yekîtiya Ewropayê jî xwestiye ku serlêdanên penaberiyê yên afganiyan û welatiyên welatên din ret nekin. (AS/FD)