Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
MHPê ji bo guherandina qanûna bi hejmar 6023ê ya Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) pêşniyarqanûnek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kiriye. Pêşniyarqanûn ji hêla Parlamenterê MHPê yê Dîlokê Alî Mûhîttîn Taşdogan ve hatiye amadekirin.
Di pêşniyarnameyê de hatiye xwestin ku navê Yekitiya Doktorên Tirkan weke “Yekitiya Doktoran” bê guherandin.
Di heman pêşniyarnameyê de hatiye xwestin ku endamtiya kesên ji TTBê hatine girtin û yên bi KHKyê ji kar hatine avêtin jî bê bidawîkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji ber daxuyaniyên Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korûr Fîncanci yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, Fîncanci hedef nîşan dabû. Piştî daxuyaniyên Bahçelî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Fîncanci de bilez û bez lêpirsînek dabû destpêkirin û Fîncancî hatibû girtin. (EMK/AY)