Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziye Tipa Edlî(ATK) ji bo ku nexweşiya demansê bi Aysel Tûglûkê re hebû rapora ku “nikare li girtîgehê bimîne” dabû wê û di 26ê Çiriya Pêşiya 2022an de tehlîye bûbû. Derbarê Tûglûkê de piştî 8 salan îddianameyeke nû hatiye amadekirin û 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îddianame qebûl kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê şahid Tûrgût Tyê ku tê îdîakirin di sala 2014an de li Kobanê di êrişên DAIŞê de birîndar bûye û endamê rêxistinê ye, piştî bûyerê bi 8 salan li Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê îfade daye û îddia kiriye ku Tûglûkê alîkariya wî kiriye.
Îfadeya şahid
Taşkiran di îfadeya xwe ya 21ê Kanûna 2021ê de ya li Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê diyar kiriye ku di sala 2014an de, di dema êrişên DAIŞê de, gava hewl daye xaniyê lê dima biguherîne birîndar bûye. Taşkiran bilêv kiriye ku ji lingê xwe birîndar bûye û YPG'iyan ew aniye li sînor radestî eskerên tirk kiriye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye dermankirin. Taşkiran derpêş kiriye ku Aysel Tûglûk û Faysal Sariyildiz ku wê demê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûne hatine nexweşxaneyê serdana wî û jê pirsîne piştî dermankirinê dixwaze biçe ku derê. Taşkiran aniye ziman ku wî gotiye dixwaze biçe Amedê û gotiye ku lê gava biçe mala dêya xwe ya li Amedê dê bê girtin. Taşkiran derpêş kiriye ku piştî vê Tûglûkê û Sariyildiz jê re gotine ger bixwaze dikarin wî bibin Qamişloyê malekê. Taşkiran di berdewama îfadeya xwe de derpêş kiriye ku paşê Tûglûkê û Sariyildiz ew birine Cizîrê.
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "endametiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Tûglûkê bê birîn û ev dosye bi dosyeya Tûglûkê ya li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re bê yekkirin. (TY/AY)