Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro (3ê Çiriya Paşiyê) li dijî konvoya serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan êrîşeke çekdarî pêk hatiye. Di bûyerê de Xan bi sivikî birîndar bûye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) derbarê êrîşê de daxuyanî daye.
PTIyê bi bîr xistiye ku Îmran Xan bi alîgirên xwe re di 28ê Çiriya Pêşiyê de ji bajarê Lahorê ber bi paytext Îslamabadê ve bi rê ketibû, PTIyê destnîşan kiriye ku kesên nasnameyên wan nediyar in li bajarê Wezîrabadaya Eyaleta Pencabê gule li konvoya ku Xan di nav de bûye reşandine.
Li gor daxuyaniya partiyê, Xan di êrîşê de ji lingê xwe yê rastê sivik birîndar bûye û birine nexweşxaneyê. Di daxuyaniya partiyê de hatiye diyarkirin ku di êrişa li dijî konvoyê de 4 kesên din jî birîndar bûne.
Azhar Maşwanî, berpirsekî payebilind ê PTIyê ragihandiye ku êrîşkar li cihê bûyerê hatiye girtin. Kanala nûçeyan a Pakistanê Geo TVyê jî ragihandiye ku piştî êrîşê kesek hatiye desteserkirin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîfî jî piştî êrîşê daxuyanî daye û ferman daye ku Wezîrê Karên Navxweyî demildest lêpirsînê veke.
Xan di 28ê Çiriya Pêşiyê de bi hinceta ku hikûmeta koalîsyonê hilbijartinên pêşwext îlan nekiriye ji Lahorê ber bi Îslamabadê ve dest bi meşê kiribû.
(SD/AY)