Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şirnexê, bi biryara Walîtiyê hemû cure çalakî û bername heta 5 rojan hatiye qedexekirin.
Li gorî vê biryarê ji bilî bernameyên walîtî û qaymeqamiyan destûr dane, yên sazî û dezgehên fermî, cejnên fermî, rojên bîranînê yên fermî, merasîm û pîrozbahiyên fermî wê ji derveyî vê biryarê bin.
Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.
Organîzasyona qeyûm
Li aliyê din li navçeya Cizîrê ya Şirnexê"Festîvala Muzîkê ya Cizîrê – Mr. Dosso Dossi" hatibû lidarxistin. Di nava sponsorên wan bernameyan de Şaredariya Cizîrê û Qeymeqamiya Cizîrê ku di 30ê Çiriya Pêşiyê de qeyûm tayin bûbû, hebûne.
Ji ber ku çalakî li Parka Mem û Zîn hatiye lidarxistin û di salvegera tayînkirinê qeyûmê Şaredariya Cizîrê de bûye, hem Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê û hem jî hin saziyên sivîl ên Şirnexê bang kirine ku çalakiyê boykot bikin.(TY/AY)