Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şebnem Korûr Fincanci, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) di 26ê Çiriya Pêşiyê de hatibû desteserkirin û di pirtûkxaneya wê ya li mal de pirtûka bi navê “Dağın Ardına Bakmak” ya Bejan Matûrê hebûye. D&R ve Idefixa ku xwediyê wan Koma Medyayê ya Tûrkûvaz e pirtûka navborî ji malperên xwe rakirine.
Pirtûk ji aliyê Weşanên Tîmaşê ve çap bûye. Di dema serde girtina mala Fîncanciyê de polîsan ew pirtûk girtine û ji aliyê çapemeniya nêzîkî desthilatê ve weke “pirtûka/belgeya rêxistinî” hatibû pênasekirin.
Pirtûk di pirtûkxaneya parlamentoyê de jî heye
Li aliyê din Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu gotibû, pirtûka Bejan Maturê ya bi navê 'Dağın Ardına Bakmak' ya ku li mala
Şebnem Korûr Fincanci, Seroka TTByê ku ji ber daxuyaniya xwe ya 28ê Çiriya Pêşiyê hatiye girtin hebûye di pirtûkxaneya parlamentoyê de jî heye.
(TY/AY)