Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) îro daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku Tirkiyeyê di navbera Sibat û Tîrmeha 2022yê de bi sedan mêr û zarokên penaber ên sûriyeyî li gorî kêfa xwe zeft kirine, ew xistine bir çavdêriya fermî û şandine Sûriyeyê.
Sûriyeyiyên ku hatine dersînorkirin, ji HRWyê re gotine ku radeyadan ew li malên wan, li kargehên wan yan jî li kolanê desteser kirine, di nava şert û mercên xirab de ew girtine, ew neçar kirine ku forma dersînorkirinê ya dilxwazî îmze bikin, birine ser sînorê Bakurê Sûriyeyê, li wir bi zora çekan ew neçar kirine ku derbasî aliyê din bibin.
Lêkolînera Mafên Penaberan û Koçberan a HRWyê Nadia Harmanê gotiye: "Saziyên Tirkiyeyê, ji derveyî hiqûqa navnetewî tevgeriyaye û bi sedan penaberên sûriyeyî û heta zarokên bêrefeqat kom kirine û ew bi darê zorê şandine Bakurê Sûriyeyê. Her çend Tirkiyeyê 3,6 milyon penaberên sûriyeyî, bi statuya parastina demkî vehewandibe jî, xuya dike ku niha dixwaze bakurê Sûriyeyê weke cihê penaberan lê terk bike, dibîne."
Hardmanê bang li YE û welatên endam ên YEyê kiriye û gotiye û divê ew qebûl bikin ku Tirkiye ne li gorî krîterên welatê sêyem ê ewle ye û heta ew kar û barên dersînorkirinê bidawî bike, fînansmana ji bo navendên dersînorkirinê û kontrolên sînoran dide, bide sekinandin."
HRW: Hikûmeta Sûriyeyê hîna heman e
HRWyê bal kişandiye ser rewşa hikûmeta Sûriyeyê û gotiye: "Piraniya kesên ku bi şûn de hatine şandin, ji herêmên di bin kontrola hikûmetê de bû, hatibûn. Her çend em bibêjin, wan dişînin herêmên navborî jî, hikûmeta sûriyeyê ya bûye sedema ku zêdetirî 6 milyon mirov bibin penaber û ya hîna beriya serhildan dest pê bikin jî, mafên welatiyên xwe bi rengekî giran bin pê dikir, hîna heman hikûmet e."
HRWyê di navbera mehên sibat û Tebaxê de bi rêya telefonan an jî rû bi rû hevdîtin li gel wan 37 penaberên sûriyeyê û 2 zarokên xort ên sûriyeyî kirine ku bi statuya parastina demkî li Tirkiyeyê bûn. Saziyê her weha hevdîtin bi 7 penaberên mêr û penabereke jin re jî hevdîtin kiriye ku xizmên wan ji bo Bakurê Sûriyeyê hatine şandin.
- Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê (UNCHR) di Hezîrana 2022yê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku îsal 25 hezar û 149 Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane Sûriyeyê.
- Rayedarên herêmî yên deriyên sînorî yên Bab al-Hawa û Bab al-Salamê kontrol dikin, her mehê hejmara kesên ji Tirkiyeyê dersînorî Sûriyeyê dibin, diweşînin. Di navbera Sibat û Tebaxa 2022yê de 11 hezar û 645 kes ji Bab al-Hawa, 8 hezar û 404 kes jî ji Bab al-Salamê hatine dersînorkirin.
- Wezîrê Karûbarên Derve Suleyman Soylûyî, hefteya borî gotibû: "Armanca me ya esasî ew e ku, bi dilxwazî vegerin. Em ji bo vê kar dikin, em planên xwe çêdikin. Heta niha 529 hezar birayên me yên sûriyeyî li gorî vê, bi şûn de vegeriyane."
(AS/FD)