Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî merasîma vekirina giştî ya projeyên temamkirî, bibe, duh çûye Amedê.
Erdogan li Qada Îstasyonê axiviye û derbarê karesata kanaya li Amasrayê, navçeya Bartinê de gotiye: "Malbatên şehîdên me emanet in ji bo me, em ê xwedî li emanetê derkevin. Kesên kêmasiyên wan hene, ger bên diyarkirin, em ê her cûre kar û barî bikin."
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
"Ka li ku ne mafparêzên Rojavayhe? Ka li ku ne? Ma bi tenê carekê jî hatin û serdana Dayikên Amedê kirin? Ew bi tenê artîstên ser dikan e. Birayên min ên li Amedê guh nedane wan. Gav bi gav zarokên wan vegeriyan û hatin. Kesên ku ji bo dubendiyê bixin navbera me û miletê me serî li her rêyê dirin, me yek bi yek rûyên wan ên qirêj derxist holê.
"Dîsa hevserokekî wan heye..."
"Ew rojên reş û tarî yên Amedê dijiya, li paş maye. Ew kesê ku niha li Girtîgeha Edîrneyê ye, ma gelo ti têkiliya wî bi kurdbûnê re heye? Ev kes ne kurd e. Lê birayên min ên kurd îstismar dike. Ma gelo wê birayên min ên kurd hesabê vî tiştî nepirse? Wê bipirse.
"Dîsa hevserokekî wan heye. Kurd e? Na. Lê birayên min ên kurd îstîsmar dike. Amed bi aboriya xwe, bi çand û hunera xwe, bi binesaziya xwe ve, bibiryardarî di rêya xwe de dewam dike. Êdî Amed bajarê aramiyê ye."
"Girtîgeha Amedê kete destê Wezareta Çandê"
"Di serdana xwe ya dawiyê de min soz dabû ku Girtîgeha Amedê em ê vala bikin û bikin navenda çandê. Ji îro û pê de Girtîgeha Amedê ji destê Wezareta me ya Dadê derket û kete destê Wezareta Çand û Tûrîzmê. Avahiya Girtîgeha Amedê ya di raboriyê de bûbû mijara gelek êş û azaran, êdî wê weke berhemeke ku derfetê him ji bo xebatên bîrê him jî ji bo yên din kar bike."
"Niha hûn li nîqaşên demên dawiyê temaşe dikin. Hûn dibînin bê kesên dixwazin birayên min ên kurd bikin lîstika komeke jirêderketiyan, bê ka çawa îradeya we îstîsmar dikin. HDP, navgîna operasyonên emperyalîstan a weke partiyan xuya dike, ne tenê paldanka rêxistina terorê ye, ya ku bûye sedema canê 50 hezar welatiyên me. Ev hêlîna fesatiyê, aktora hemû jirêderketinan e." (RT/FD)