Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
52emîn Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê bi dawî bûye. Hilbijartin di Navenda Kongreya Halîçê de pêk hatiye. Di hilbijartinê de namzeta Koma Parêzerên Hemdem parêzer Fîlîz Saraç bi ser ketiye.
Hilbijartina baroyê di saet 09.00ê sibê de destpê kiriye û di saet 17.00an de bi dawî bûye.
Bi dawî bûna dengdanê re dest bi hilbijartina dengan kirine.
Di Encamê de namzeta Koma Parêzerên Hemdem parêzer Fîlîz Saraç bi ser ketiye.
Parêzer Fîlîz Saraçê 7 hezar û 96 deng bi dest xistiye û bûye seroka nû ya baroyê.
Seroka/ê ku hatiye hijbijartin wê 2 salan li ser wezîfeyê be.
Kesên di pêşbirkê de bûne ev in:
Filiz Saraç berbijêrê Koma Parêzerên Hevdem ên Destpêkê Prensîbê bûyeye, Hasan Kiliç berbijêrê Tevgera Bilindbûnê ya Koma Parêzerên Hevdem ên Destpêkê Prensîbê bûye, Gokhan Ari berbijêrê Koma Mafên Parêzeran bûye, Hakan Çatak berbijêrê Koma Parêzerên Netewperwer ên Stenbol bûye, Gulden Sonmez berbijêrê Koma Parêzerên Serbixwe bûye, Elif Gorgulu Koma Destpêkê Parêzer bûye, Turkan Kara berbijêrê Koma Tevgera Hiqûqa Ciwan bûye, Metin Uracin berbijêrê Yekitiya Parêzerên Stenbolê bûye û Mert Er Gulle jî berbijêrê serbixwe bûye.
(RT/AY)