Fotograf: IPPNW
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doktorên Navnetewî yên ji bo Bergiriya Şerê Nukleerî (International Physicians for the Prevention of Nuclear War- IPPNW) raporek amade kiriye ku tê de behsa bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê kiriye.
Heyeteke ji Almanya û Swîsreyê ya IPPNWyê di navbera 20 û 27ê Îlona 2022ê de serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li wir lêkolîn kiriye.
Di heyetê de kesên mîna Serokê IPPNWya Swîsreyê Dr. Josef Savary û endamê lijneya şêwirmendiya zanistî ya IPPNWya Almanyayê û pişkînerê kevn ê çekên biyolojîk ê saziya NYyê UNMOVICê Dr. Jan van Aken hebûn ku van Akenî lêkolîna çekên kîmyewî û biyolojîk ên Iraqê yên di dema Sedam Huseynî de jî kiribû.
Heyetê bi sernavê "Tirkiye Peymana Çekên Kîmyewî binpê dike?" amade kiriye.
Rapor di 12ê Çiriya Pêşiyê de hatiye weşandin û di raporê de hatiye gotin, "Hin delîlên nerasterast hatine bidestxistin ku Tirkiyeyê Peymana Çekên Kîmyewî binpê kiriye."
IPPNWyê her wêha ji bo lêkolînê li ser delîlên hatine dîtin lêkolînê bike bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (Organisation for the Prohibiton of Chemical Weapons – OPCW) û Neteweyên Yekgirtî kiriye.
IPPNWyê di raporê de her weha cih daye daxuyaniyeke Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî û gotiye:
"Hûlûsî Akarî di 16ê Sibata 2021ê de li TBMMyê gotibû ku Artêşa Tirkan di têkoşîna li dijî PKKyê de gaza rondikrêj bikar aniye. Ji bo kontrolkirina xwenîşandanan, serhildanan, destûrê didin bikaranîna gazeke rondikrêj. Lê Peymana Çekên Kîmyewî qedexe kiriye ku ew gaz li qadên leşkerî bên bikaranhin.
"Hûlûsî Akarî di daxuyaniya xwe de behsa pevçûnan çend roj berê li Bakurê Iraqê li Çiyayê Gareyê di navbera artêşa Tirkan û PKKyê de derketiye kir û got ku: "Her weha i vê qadê, li ber devê şikeftê, li dijî bombeya destan û hawanan, gaza rondikrêj hate bikaranîn. Ji bilî vê ti çek an jî teqemenî nehatiye bikaranîn.
"Ev raxuyaniya Wezîrê Berevaniyê tê wateya ku Peymana Çêkên Kîmyewî hatiye binpêkirin û divê li gorî hiqûqa navnetewî bê lêkolînkirin, lewre ev reng bikaranîna gaza rondikrêj, 'ne kontrolkirina hêza çalak' e, bi rengekî aşkere li qadeke leşkerî hatiye bikaranîn."(RT/FD)