Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber daxuyaniyên wê yên derbarê bikaranîna çeken kimyewî yên di dema operasyonên leşkerî de, lêpirsînnameyek ji bo Seroka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanciyê amade kiriye.
Serdozgeriyê îdia kiriye ku Korûr-Fîncanciya di heman demê de pispora tiba edlî ye, “propagandaya rêxistina terorê kiriye”, “Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, dem û dezgehên dewletê biçûk xistiye”.
Prof. Dr. Korûr-Fîncanci derbarê vê lêpirsînnameyê de bi bianetê re axivî.
“Nûçe ne bi berpirsiyartiyê hatiye amadekirin”
Korûr-Fîncanciyê nirxandinên xwe yên di Medya Haberê de hatine weşandin bibîr xist ku ji ber wê lêpirsîn derbarê wê de tê kirin û şêweyê weşandina nûçeyê rexne kir:
“Rexneyên min li ser şêweyên belavkirina nûçeyê hene. Nûçe ne bi berpirsiyartiyê hatiye amadekirin. Di dîmenên ku hatine weşandin de, mirovên bêyî hemdê xwe tevdigerin tên dîtin û tê îdiakirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
“Di weşana ku ez beşdarbûm de, min got, ev tevgerên bêyî hemd tên kirin, dibe ji ber kîmyewiyeke sîstema siniran zeft dike pêk hatibe û ger îdia tê kirin û gotin çekên kîmyewî hatine bikaranîn, divê lêpirsîneke berfireh bê kirin.
“Min got ku ger kes pê miribin, divê li gorî Protokola Minnesotayê lêkolîneke tibî bê kirin, divê saziyên serbixwe lêpirsînnameyekê amade bikin lewre ev li gorî Peymana Cenêvê weke sûcê şerî tê qebûlkirin. Lê di nûçeyê de weke ku min gotibe min ev ispat kirine, yanî ne bi rengekî rast hatiye weşandin.”
“Weke ku sûc hatibe veşartin”
Korûr-Fîncanciyê lêpirsînnameya ku Serdozgeriyê daye destpêkirin jî şîrove kir û got: “Amadekirina lêpirsînnameyê ne li gorî rastiyê ye, ger îdiayek hebe, diviyabû rê li ber lêpirsîneke berfireh ji bo bûyerê bihata vekirin. Ger lêpirsînnameyê ji bo kesa ku dibêje ‘bila lêpirsîn bê kirin’ bê amadekirin, mirov dibêje qey dixwazin sûcê hatiye kirin veşêrin.
“Em sedema vekirina lêpirsînê jî dizanin. Dixwazin ku careke din ti doktorek neaxive, ev lêpirsîn ji bo bêdengkirin, çewisandinê ye.
“Lê min gelek caran ispat kiriye ku ez bêdeng nabim, ji ber wê jî, li gorî nêrîna min ev lêpirsîn en ji bo min e. Ev lêpirsîn tê wateya çavtirsandina civakê. Ev jî ji bo Tirkiyeyê bêsiûdiyeke mezin e.” (RT/FD)