Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera berê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirim ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ya Kandirayê hatiye berdan.
4 meh in cezayê Gulser Yildirimê qediyayê lêbelê serbest nedikirin. Yildirim li Girtîgeha Kandirayê hatiye tehliyekirin.
Gulser li gorî Qanûna Înfazê di çarçoveya 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Bi pejirandina Dadgeha Bilind re diviyabû 5 sal 7 meh û 16 rojan di girtîgehê de mabûya lê tevî 4 meh in cezayê wê temam bûbû jî nedihat berdan.
Di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatibû girtin
Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de li gel Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî, Hevseroka Giştî ya berê HDPyê Fîgen Yuksekdage ku di 21ê Sibata 2017yê de mafê parlamenteriyê jê hatibû standin û endamtiya wê ya HDPyê hatibû xistin, Parlamenterê HDPyê yê Amedê Idrîs Balûken, Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan ku di 9ê Gulana 2017yê de mafê parlamenteriyê jî hatibû standin û Parlamenterê Colemêrgê Abdûllah Zeynadî hatibû girtin.(AS/AY)