Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Parlamentoyê di dema Civata Giştî de, hevdîtinên li ser projeqanûna ku civakê navê ‘sansurê’ lê kiriye dewam kirine. Projeqanûn ji 40 xalan pêk tê û duh (11ê Çiriya Pêşiyê) xala 15ê jî hatiye pejirandin.
Piştî xala yekê hatiye qebûlkirin, di dema gotûbêja li ser xala 16ê de, Partiya Gel a Komarî (CHP) daxwaz kiriye ku parlamenterên beşdarî civînê dibin û yên nabin diyar bibin. Du caran parlamenter hatine jimartin, lê hejmara parlamenteran têrî civîna civatê nebûye. Ji ber wê hevdîtina li ser qanûnê dewam nekiriye.
Wekîlê Serokê TBMMyê Haydar Akarî civîn bidawî kiriye û biryar daye ku îro saet di 14.00ê de careke din li hev bicivin. Ji bo ku Civata Giştî li Parlamentoyê pêk bê divê ji 600 parlamenterî, ya kêm 200 parlamenter di civînê de amade bin.
Rojnamegeran protesto kiriye
Di dema pêşkêşkirina projeqanûnê de rêxistinên pîşesazî û partiyên mixalif li dijî projeqanûnê derketibû. Lê digel wê jî hevdîtinên li ser vê projeqanûnê dest pê kiribûn. Rojnamegeran duh, careke din li Parlamentoyê, ev qanûn protesto kiriye. Di dema civînê de rojnamegerên li locayê rûniştibûn, ji salona Civata Giştî derketine.
⚡️ Tüm itirazlara rağmen sansür yasasında ısrar edilmesini TBMM genel kurul salonundan çıkarak protesto ediyoruz! #SünsürYasasınaHayır pic.twitter.com/WZnctCcD1o
— Gazeteciler Sendikası (@TGS_org_tr) October 11, 2022
Bi xala ku hatiye pejirandin re wê çi biguhere?
Li gorî xala hatiye pejirandin, dema bê famkirin ku kesê xwediyê karta çapemeniyê ye ne li gorî krîterên di qanûnê de hatine diyarkirin e yan jî ev krîter paşê ji holê rabûbûn, Serokatiya Ragihandinê dikare karta çapemeniyê betal bike.
Ger xwediyê karta çapemeniyê ne li gorî esasên exlaqa çapemeniyê tevbigere, Komîsyona Karta Çapemeniyê, dikare karta çapemeniyê betal bike. (HA/FD)