Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî di civîna çapemeniyê ku li Rêveberiya Giştî a Emniyetê saz kiriye, axiviye.
Di şeva 9ê Çiriya Pêşiya 2022an de li taxa Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di avahiyekê de teqîneke bihêz çêbûye û di bûyerê de 3 kes mirine ku 2 ji wan zarok bûne û kesek jî birîndar bûbû.
Derbarê bûyerê de daxuyaniyên cuda hatibûn dayîn, Walîtiya Stenbolê ragihandibû ku teqîn ji ber gaza xwezayî bûye, lê belê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ev yek red kiribû û gotibû, teqîn ne ji ber gaza xwezayî ye.
Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dabûn destpêkirin, lê sedema wê teqînê nehatibû zelalkirin. Duh 10ê Çiriya Pêşiyê hatibû ragihandin ku Şaxa Lêkolîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê teqînê de lêkolîn daye destpêkirin.
Di encama van lêkolînan de îro Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu daxuyaniyek daye û gotiye: “Li gor encamên hatine bidestxistin ti peywendiyeke teqînê bi rêxistineke terorê re nîne. Di vê avahiyê de tûpê gaza oksîjenê û gaza xwezayî hebûne û her du teqiyane û herwiha di heman malê de toza fîşekên hewayî jî hatiye dîtin.”
Suleyman Soylu diyar kiriye, heta niha îfadeyên 30 kesan hatine wergirtin û tekez kiriye ku lêkolîn derbarê bûyerê de dê berdewam bin.
Walîtiya Stebolê heman şevê demek piştî teqînê ragihandibû, teqîn ji ber gaza xwezayî çêbûye, lê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî teqînê ragihandibû ku di wî xaniyê teqîn têde çêbûye, hêla gaza xwezayî nebûye û teqîn ji ber gaza xwezayî nebûye.(HA/AY)