Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi biryara ku di rojnameya fermî de weşiya ye cezayên du girtiyan efû kiriye.
Bixwîne- "Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"
Li gorî biryara ku di rojnameya fermî de weşiyaye û îmzeya Serokomar Erdogan li bine, Erdogan cezayê Hasan Şenê 54 salî ku ji ber sûcên tiryakê û gefa çekdarî ji aliye sê dadgehên cûda de 24 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn efû kiriye.
Her weha Erdogan, cezayê Bîlal Konakçîyê 45 salî ku di çarçoveya “Lêpirsîna FETOyê” de hatiye girtin ji ber “nexweşiya domdar” efû kiriye. Li Konakçî 7 sal û nîv cezayê girtîgehê hatibû birîn.
1517 girtiyên nexweş hene
Li gorî Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD):
>>Li girtîgehên Tirkiyeyê 341 hezar û 502 girtî hene.
>>Li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku nexweşiyên 651an giran in.
>>Di nava 2021ê de kêmanî 46 girtî li girtîgehan mirine.
>>3 girtiyên ku hatibûn qonaxa mirinê, piştî tehliye bûne bi demeke kurt mirine.
Bixwîne- "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be"
(RT/AY)