Rojnamegeran “li dijî yaseya sansurê” çalakî li dar xistin
![Rojnamegeran “li dijî yaseya sansurê” çalakî li dar xistin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/267/989/original/rojnameger.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegeran îro dîsa li dijî yasaya ku desthilatdar jê re dibêje “yasaya deformasyonê” lê civak wê weke “yasaya sansurê” penase dike, çalakî li dar xistin.
Projeyasa wê sibê (4ê Çiriya Pêşiyê) li Parlamentoyê bê gotûbêjkirin. Şaxê Stenbolê yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) li ber avahiya Postexaneya Sîrkeciyê civîneke çapemeniyê li dar xist. TGSyê faks ji 14 wekîlên serokên 5 partiyan re şandin ku koma partiyên wan di parlamentoyê de ne.
TGSya ku li Îzmîr, Enqere, Amed, Edene û Eskîşehîrê jî di heman demê de çalakî lidar xistin, xwest ku yaseyê bi şûn de bikişînin.
Li Stenbolê beriya çalakiyê, polîsan ji Seroka Şaxê Banû Tûnayê re got, ew ê destûrê nedin ku bi hev re bikevin avahiya Postexaneyê. Du otobisên polîsan û çar wesayitên polîsên sivîl jî li ber avahiyê, heta dawiya çalakiyê sekinîn.
Banû Tûna li ber avahiya Postexaneyê axivî û got, digel rojnameger û rêxistinên pîşeyî li dijî projeyasayê derketin, dîsa jî ew birine rojeva Parlamentoyê: “Projeyasa ji rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê nepirsîn û amade kirin. Di demeke ku Tirkiye ber bi pêvajoya hilbijartinê ve diçe de, bi israr ev projeyasaya bi israr xistin rojevê. Ji bilî zext û zordariya li ser rojnamegeran û cezakirina medyayê ti armanceke vê projeyasayê nîne û em dixwazin bi şûnde bikiînin.”
Piştî axavtina Tûnayê, rojnameger çûn nava avahiya Postexaneyê û faks şandin ji wekîlên serokan re.
(HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)