Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rahvancioglû wê tevî heyeteke partiya xwe ji bo hin hevdîtinên fermî biçûya Enqereyê. Lê bi sedema Koda Dersînorkirinê ya N-82yê, hatina wî ya Tirkiyeyê, qetexe kirine.
Kodên dersînorkirinê, ji bo kesên biyanî yên derbarê wan de biryara dersînorkirinê heye, tên bikaranîn. Kod nîşan didin ku bê ka bi çi sedemê ew kes dersînor bûye.
Li gorî îdiayekê li dijî mixalifên AKPyê tê bikaranîn
Bi vê biryarê re hatina nava Tirkiyeyê li wan kesan tê qedexekirin ku biryara dersînorkirinê ji bo wan heye. Ji bo hin kesan heta 8 mehan, ji bo hin kesan heta 5 salan û ji bo hin kesan jî bêdem e ev biryar. Kesên ku bi koda dersînorkirinê ya N-82yê hatibin dersînorkirin, bi tenê dikarin berê destûrê bistînin û bên Tirkiyeyê.
Koda navborî het niha ji bo tirkên qibrisî yên mixalifên desthilata AKPyê hatiye bikaranîn.
Rojnamegera tirk a qibrisi û midûra Saziya Radyo Televizyonê ya Bayrakê ya kevn (BRT) Aysû Basrî Akter, di 26ê Tîrmeha 2022yê de, ji bo betlaneyê tevî malbata xwe hatibû Tirkiyeyê, lê bi koda N-82yê hatina wê qedexe kiribûn.
Polîsan rojnameger şevekê li Balafirxaneya Antalyayê desteser kiribû û paşê ew şandibûn Qibrisê.
Di Tîrmeha 2021ê de Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Erkan Başî derbarê vê mijarê de pirs ji Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylûyî kiribûn. Lê heta niha bersiva pirsên Başî nehatine dayîn. (CIK/EMK/FD)