Fotograf: Hesabê Twitterê yê Kemal Kiliçdaroglûyî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû îro li Konyayê çûye cem malbata leşkerê bi navê Fethî Şahîn ê ku DAIŞê ew şawitandiye û kuştiye.
Piştî serdana malbata Şahînî Kiliçdaroglûyî daxuyaniyek daye û gotiye, "Dema TBMM vebe, em ê vê mijarê bînin rojeva parlamentoyê. Ger Xwedê bike nesîbê me û em bûn desthilatdar, em ê hemû detayên vê bûyerê derxin holê, em ê malbatan agahdar bikin."
Çi bûbû?
DAIŞê di sala 2016ê de vîdeoyek weşandibû ku tê de dîmenên herdu leşkerên ku DAIŞê ew li Sûriyeyê revandibûn, Sefter Taşê 23 salî û Fethî Şahînê 26 salî hebû. DAIŞê ew şewitandibûn û kuştibûn.
Piştî ku vîdeo hate weşandin bi 11 mehan, di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de ji malbata Sefter Taşî re gotibûn ku, kurê wan hatiye kuştin. Lê ti zanyarî nedabûn malbata Fethî Şahînî.
Malbata Fethî Şahînî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî re nameyek nivîsandibû û gotibû: "Gotine Sefter Taş şehît ketiye lê aqûbeta birayê min ne diyar e, ji ber wê em gelekî xemgîn in. Mafê me ye ku em bizanibin bê çi hatiye serê birayê min, em zanyariyekê dixwazin."
Paşê di dema dadgehkirinê de, diyar bû ku kesê di vîdeoyê de xuya dike û herdu leşker kuştine, Talip Akkûrtê DAIŞî ye. Hatibû îdiakirin ku Akkûrt, li Sûriyeyê di encama êrîşa SIHAyê de hatiye kuştin.
Di belgeyên dadgehkirinê de diyar bû ku kesê dîmenên kuştina leşkeran girtiye, Omer Yetek e. Omer Yetek piştî bûye îtirafkar, serbest bûye. Piştî di medyayê de nûçeya vê çêbû, Yetek hatibû girtin. (AS/FD)