Fotograf: Giorgia Melonı/Wikipedia
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îtalyayê, encamên nefermî yên rapirsiyê yên li ser sindoqên hilbijartina giştî hatine kirin, partiya faşîstan a bi navê Biraderên Îtalyayê bûye partiya yekem. Giorgia Melonî seroka partiyê ye.
Di hilbijartinê de endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê hatine hilbijartin. Welatî ji bo 200 endamên Senatoya Komarê ya baskê jor a parlamentoyê û 400 endamên Meclîsa Nûneran a baskê jêr a parlamonteyê hilbijêrin deng dane. Endamên tên hilbijartin, ji bo 5 salan li ser kar dimînin.
Enstîtuya Opinioyê ji bo kanala RAIyê ya raya giştî rapirsiyek çêkiriye. Li gorî nûçeya EuroNewsê, partiya Biraderên Îtalyayê (FdI) di navbera ji sedî 22 û 26 deng bidest xistine. Hevkarên wan ên koalisyonê, Partiya Legayê ya rastgirên radîkal jî, di navbera ji sedî 8,5 û 12,5 deng derxistine. Matteo Salvini serokê vê partiyê ye. Dîsa partiya Forza Italia (FI) ya kevneperestan a Silvio Berlusconi serokê wê ye, di navbera ji sedî 6 û 8 deng bidest xistine.
Li gorî encamên nefermî, hevpeymana FdI, FI û Legayê him li Meclîsa Nûneran û him jî li Senatoyê piraniya kursiyan bidest dixin. Li gorî vê encamê, piştî sala 1945ê, cara yekem e ku partiyeke rastgirên radîkal wê Îtalyayê birêve bibin.
Dengên çepgiran kêm in
Li gorî encamên rapirsiyê, Partiya Demokrat (PD) ku mezintirîn hêza çepgiran e, wê di navbera ji sedî 17 û 21 dengan bistîne.
Dengên Tevgera 5 Stêrkan (M5S) jî di navbera ji sedî 13,5 û 17,5ê de maye. M5Syê di sala 2018ê de ji sedî 30 deng bi dest xistibû.
Rêjeya dengên rêkeftina partiyên rastgirên ya ku ji Biraderên Îtalyayî, Lega, Forza Italia û hin partiyên biçûk ên rastgir pêk tê, di navbera ji sedî 41-45ê de ye. Rêjeya rêkeftina partiyên çepgir ku di bin banê Pdyê de ne, di navbera ji sedî 25,5-29,5ê de maye.
Giorgia Meloni
45 salî ye. Bi vê rêjeya ku partiya wê bi dest xistiye, dibe ku bibe yekem serokwezîra jin û faşîst.
Biraderên Îtalyayî partiyeke girseyî ye û nêzîkî siyaseta navendî ye. Karaktera xwe ya neo-faşîst diparêze ku li ser wê bingehê ava bûye.
Li gorî encaman, dibe ku Biraderên Îtalyayî, bi Matteo Salviniyê li dijî penaberan e û Serokwezîrê berê Silvio Berlusconî re, hikûmeteke hevpeymanê saz bike. (AEK/FD)