Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryara xwe ya têkildarî îtîraza partiyê îro aşkere kiriye.
Li gor nûçeya AAyê Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo parastinê 30 roj demên din daye partiyê.
Dadgeha Bilind biryar dabû ku dosyayên derbarê Parlamenterê berê yê HDPê yê Semsûrê Behçet Yildirimê ku ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê" dihat darizandin û Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel a ku parêzbendiya wê hatiye rakirin, weke delîl di dozê de cih bigire.
HDPê ji bo parastina qeydên deng ên ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ve bo Dadgeha Destûrî hatine şandin, daxwaza dema zêde kiribû. Her weha HDPê parastina xwe ya berê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye.
Irfan Fîdan dê li ser wezîfeya xwe be
Irfan Fîdan endamê Dadgeha Destûrî yê û li bin lêpirsînên derbarê herî kêm 47 kesan de ku ji bo wan daxwaza qedexeya siyasî tê kirin weke dozger ango serdozger îmzeya wî heye. HDPê gotibû ev rewş li dijî regeza îhsas-i rey e û daxwaza guherina dadger kiribû.
Lijneya Giştî daxwaza HDPê qebûl nekiriye û Fîdan di dozê de wê li ser wezîfeya xwe be.
Pêvajoya dozê
Şahîn nêrîna xwe ya derbarê esasê de wê pêşkeşî Dadgeha Destûrî bike. Piştî vê pêvajoyê rapora ku derbarê esasê de ku raportorê Dadgeha Destûrî wê amade bike, wê li endamên dadgehê were belavkirin.
Piştî wê dê demek bê destnîşankirin û doz li Dadgeha Destûrê bê dîtin. Di dozê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê parastina îdianamayê bike û berpirsên HDPê jî bi devkî parastinê bikin. Piştî parastinê raportorê Dadgeha Destûrê, li gor belgeyan dê rapora xwe amade bike û pêşkêşî 15 endamên Dadgeha Destûrê bike.
Dê roja ku ji aliyê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtû Arslan ve hatiye diyarkirin, wê endamên dadgehê bên gel hev û li ser esasa dosyeyê dest bi nîqaşkirina daxwaza girtinê bikin. Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ku ji 15 endaman pêk hatiye, biryara girtinê wê li gorî ji 3yan 2 dengên erê bide.
Heke 15 endaman 10 jê bibêjin bila partî bê girtin ev biryar dê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind û paşê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Çi bûbû?
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiribû û bi şûn ve şandibû Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 1ê Hezîranê de tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûbû û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotibû. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.”(AS/AY)