Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo Semra Guzel, Parlamentera Amedê ya HDPê ku di 2ê Îlonê de li Stenbolê hatibû girtîn li Serdozgeriya Komarî a Stenbolê gilî kiriye.
Semra Guzel, Parlamentera HDPê ya Amedê di 3ê Îlonê de dîmenê dema birina wê ya ji bo Edliyeya Stenbolê hatibû weşandin. HDPê li ser wan dîmenan giliyê Suleyman Soylu, polîs û dezgehên çapemeniyê yên ku dîmen weşandine, kiriye.
“Soylû, hedef nîşan dabû”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serlêdana sûc de hatiye xwestin ku ji xalên “îşkence” , “heqaret” , “bi qestî teşwîqî sûc kiriye” , “kîn û dijminatiyê xistiye nava gel” , “nepentiya lêpirsînê binpê kiriye” , “bandor li darizandina adil kiriye” yên di Qanûna Cezê ya Tirk de cih digirin, lêpirsîn were destpêkirin.
Di serlêdana sûc de hatiye ragihandin ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû piştî ku Guzel di 2ê îlonê de hatiye girtin li ser hesabê xwe ya twîtterê weke hedef nîşan daye û agahiyên derew pêşkeşî raya giştî kiriye.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû "Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin".
Guzelê jî gotibû ku, Bora "dergistîyê" wê bû ye û ew wêne jî "di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin". Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek "kemînek" ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge "Erê" bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (RT/AY)