Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandarê teqawitbûyî yê fîrarî Mûstafa Levent Goktaş yek ji bersûcê sûîqesta Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Necîp Hablemîtoglûyî ye ku doza radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê duh li Bulgaristanê pêk hatiye.
Mûstafa Levet Goktaş di 1ê Ilonê de li bajarê Svilengrada Bulgaristanê hatibû desteserkirin. Wezareta Edaletê daxwaznameya radestkirinê ya derbarê Goktaşî de ji bo ku bişîne Bulgaristanê şandibû Wezareta Karên Derveyî.
Dest û pêyên Goktaşî bi awayê kelepçekirî birine danişînê. Danişîn li Dadgeha Herêmî Haskoya Bulgarîstanê pêk hatiye.
Dozgeriyê xwestiye ku bila Goktaş "bi awayekî demkî 40 rojan desteserkirî bimîne”
Li gorî nûçeya AAyê Dadgeha Herêmî ya Heskoyê wê derbarê daxwaza desteserkirinê ya dozgeriyê de biryara paşê eşkere bike.
Akademîsyen û nivîskar Necîp Hablemîtoğlu, beriya ku pirtûka xwe ya bi navê “Kostebek” ku li ser xebatên kadrobûna cemaetê li nava dewletê hatibû amadekirin, çap bike, di 18ê Kanûna 2002an de li ber deriyê mala xwe hatibû qetilkirin. Pirtûk piştî salekê bi awayekî netemamkirî hatibû çapkirin.
Albay Goktaş ê teqawîtbûyî meha borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û gotibû, “Îşev saet di 22:00an de ez ê bi belgeyan her tiştî aşkere bikim. Ez ê jî ji sibê ve dest bi kişandina vîdyoyan bikim.”
Lêbelê Göktaşê ku Sedat Peker piştî van gotinan bersiva wî da, çi vîdeo nekişandibû û daxuyanî nedabû her weha hesabê xwe yê Twitterê girtibû.(AS/AY)