Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Borîs Johnson dev ji wezîfeya xwe berdaye Liz Truss di hilbijartina serokatiya Partiya Parêzgaran de piraniya dengan bi dest xistiye û hem bûye Seroka Partiya Parêzgaran, hem jî Serokwezîra Îngilistanê.
Hilbijartin di navbera Trussê û Rishî Sûnak, Wezîrê berê yê Darayî de derbas bûye.
Di hilbijartinan de 172 hezar û 438 endaman deng dane. Wezîra Derve ya berê ya Ingilistanê Liz Truss 81 hezar 326 deng bi dest xistiye û hevrikê wê Rishi Sunak jî 60 hezar 399 deng bi dest xistiye. Rêjeya kesên beşdarî hilbijartina bûne ji sedî 82,6 e.
Navê wê Mary Elizabeth Truss e, ew di sala 1975an de li Oxfordê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Oxfordê beşa felsefe, siyaset û aborîyê qedandiye,
Trussê ji 15ê Îlona 2021ê ve Wezîra Derve ya Ingilistanê bûye.(AO/AY)