Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî girtina Parlamentera Amedê Semra Guzelê civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Civîn li ber avahiya rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê li dar ketiye û parlamenter, siyasetmedar, hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, mafparêz û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûne.
Di dema civînê de çalakvanan pankart hildane ku li ser wan nivîsên "Semra Guzel wekîla gel e. Dest nede îradeya gel!" û "Semra Guzel rûmeta me ye" hatibûn nivîsîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê Îlknûr Bîrol di dema civînê de axiviye û gotiye: "Semra Guzel, îradeya gelê kurd û yên Amedê ye. Em ê we bişînin nav wê zibilxaneyê ku hûn heq dikin û em ê bi ser bikevin."
"Em ê hesabên wan têk bibin"
Bhirolê diyar kiriye ku ne care yekê ye li ser HDP û parlamenteran êrîş pêk tên: "Her kesên ku qenciyê ji vê civakê re dixwazin bila vê rastiyê ji bîr nekin, li vî welatî wê newekhevî bidawî bibin, her welatiyên ku li kolanan dimeşin wê serbilind bimeşin, li vî welatî wê birçî nekevin xewê. Lewre HDPya wê li vî welatî vê civakê bi sîstema demokratîk û wekhev bide naskirin, ji we re serî netewand û wê netewîne."
Civîn bi berzkirina sloganên “Maf, hiqûq, edalet wê bi HDPyê re were”, “Semra Guzel îradeya me ye”, “Jin jiyan azadî”, “HDP hêvî ye, hêvî zindî ye”, “Semra Guzel rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zindanan” bidawî bûye.
Di 2yê Îlonê de ew desteser kiribûn
Parlamentera HDPyê ya Amedê Semra Guzel piştî ku di meha Adarê de parêzbendiya wê hate betalkirin û mafê parlamenteriyê jê hate standin, roja 2yê Îlonê li Stenbolê hate desteserkirin.
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî zanyariya desteserkirina Guzelê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî aşkere kiriye. Soylûyî diyar kiriye ku Guzel li Edîrneyê hatiye desteserkirin.
Heta saetên dereng, destûr nedane ku Guzel parêzerên xwe bibîne.
Parêzerên Guzelê gotinên Suleyman Soylûyî yên digot "Li Edîrneyê hatiye desteserkirin" piştrast nekirine û diyar kirine ku Guzel li Stenbolê, li navçeya Sîlîvriyê hatiye desteserkirin.
Guzel piştî ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê karûbarên wê yên yasayî pêk hatine, birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Guzelê bi rêya Sîstema Ragihandina Deng û Dîmenan (SEGBIS) îfade daye Dozgeriya Komarî ya Enqereyê. Dozgeriyê daxwaza girtina wê kiriye û ew şandiye ber destê heyeta Dadweriya Aştî û Cezayî ya Enqereyê. Dadweriyê jî bi îdiaya ku "endama rêxistinê ye" biryara girtina Guzelê daye. Guzel birine Girtîgela Sîlîvriyê.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû "Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin".
Guzelê jî gotibû ku, Bora "dergistîyê" wê bû ye û ew wêne jî "di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin". Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek "kemînek" ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge "Erê" bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (RT/FD)