Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Seroka Rêxistina Şaxê Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Canan Kaftancioglûyê ji ber ku ji Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdahê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî re gotiye "dîktator" îfade daye.
Baskê Ciwanan ê CHPyê di 12ê Tebaxa 2022yê de civînek li dar xistibû. Kaftancioglû beşdarî vê civînê bûbû û axivîbû. Di dema axavtina xwe de Kaftancioglûyê, ji bo Erdoganî gotibû "dîktator". Bi tohmeta ku "heqaret li serokomarî kiriye" lêpirsîna Kaftancioglûyê hatibû kirin.
Li gorî nûçeya Alî Ege Karadagî ya li Medpascopê hatiye weşandin, Kaftancioglû ji bo îfadeya xwe bide çûye Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Kaftancioglûyê di îfadeya xwe de gotiye ku erkên Erdoganî yên berfireh bûne û peyva "dîktator" li hev rûdinê û weke siyasetmedarekî wê xwe bi kirina vê rexneyê re berpirsiyar qebûl kiriye.
Kaftancioglûyê diyar kiriye ku wê qesta siyasetmedarekî dixwaze bera xwe ya siyasî berfireh bike kiriye û ev gotin bikar aniye û ev ne tenê maf e her weha ji ber pozîsyona wê ya siyasî jî wê xwe neçar dîtiye ku vî tiştî bibêje.
Canan Kaftancioglûyê gotiye ku erka bi referandûma 2017ê dane serokomarî û wateya dîktatorî ya Saziya Zimanî ya Tirkan li hev rûdinên. (EMK/FD)